Hevalbendiya Çîn-Rûsyayê ber bi ku ve diçe ?

Serokê Çînê Xi Jinping piştî ku careke din hat hilbijartin, serdana Moskovê kir, têkidlarî qonaxeke nû ya hevkariya herdu welatan lihevkirinek hat îmzekirin. Gelo nîşaneyên vê serdanê çi ne? Armanca hevalbendiya Çîn-Rûsyayê çi ye?

Hevalbendiya Çîn-Rûsyayê ber bi ku ve diçe ?
31 adar, 2023   01:46
QAHÎRE - MUHISN EL MISIRÎ

Di 21`ê Adarê de serokê Çînê Xi Jinping di civîneke çapemeniyê de ragihand ku bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re lihevkirinek îmze kiriye ku têkiliyên her du welatan derbasî pêvajoyeke nû ya hevkariyê dike.

SERDEMEKE NÛ

Li gorî dezgehên çapemeniyê piştî dan û standinên li Kremlînê Xi Xinping bi beşdariya Pûtîn got: “Me lihevkirinek têkildarî xurtkirina hevkariya stratejîk û têkiliyên dualî îmze kir ku derbasî pêvajoyeke nû dibin.”

Pûtîn jî, pesna têkiliyên taybet ên di navbera Pekîn û Moskovê de da ku yekitiya wan li hember rojava nîşan dide. Her wiha diyar kir ku xwezaya têkiliyên Çîn û Rûsyayê, modela hevkariya rastîn a stratejîk e.

Hemwextî daxuyaniyên her du serokan, têkiliyên her du welatan bi pêş dikevin. Şerê li Ukraynayê û cezayên li ser Rûsyayê, rêyek bûn ji bo ku têkiliyên aborî di navbera Moskov û Pekînê de bi pêş bikevin.

Li gorî raporên çapemeniyê, sala 2021`an bazirganiya di navbera her du welatan de ji 147 milyar dolarî ta 190 milyar dolarî  zêde bû, yanî tenê di salekê de 43 milyar dolar zêde bû.

Li gorî çavdêran, têkiliya di navbera Rûsya û Çînê de di bingehê de avakirina pergaleke nû ya cîhanî li hember pergala rojavayî, armanc dike.

TÊKILIYÊN DUALÎ

Profesorê dîroka nûjen a Zanîngeha Lobachevskî ya Rûsyayê Dr. Omer El Dîb diyar kir ku têkiliyên Rûsya-Çînê li ser du astan ava bûne; têkiliyên dualî di navbera Pekîn û Moskovê de, hevkariya di navbera her du welatan de li ser asta cîhanê û hewldana wan ji bo avakirina pergaleke nû ya cîhanê.

El Dîb bal kişand ser têkiliyên dualî yên di navbera her du dewletan de û got: “Ji bo Rûsyayê, gelek girîng e ku têkiliyên xurttir bi Çînê re ava bike, nexasim li ser asta aborî. Rûsya hewl dide ku sûka ewropî bi ya çînî biguere. Nemaze ku Çîn dikare miqdarên mezin ên madeyên xam vehewîne ku Rûsyayê difroşe sûka Ewropayê. Her wiha Çîn, jêdera teknolojiya herî pêşketî ye. Ji ber wê avakirina têkiliyan pê re, ji bo Rûsyayê gelek girîng e. Ji ber ku bi awayekî mezin xwe dispêre teknolojiya rojavayî, bi taybet çîpên elektronîk.”

Li gorî El Dîb têkiliyên dualî yên di navbera Moskov û Çînê, ji bo Çînê jî girîng in, ji ber ku ev nêzîkbûn derfeteke ji Çînê re peyda dike ku madeyên xam bi buhayên erzan bi dest bixe û wiha domand: “Ji ber ku Çîn muşteriyê yekane ya wan xeman e, ew dikare şertên xwe li Rûsyayê ferz bike.”

PERGALEKE NÛ YA CÎHANÎ

Dr. Omer El Dîb anî ziman ku di têkiliyên navneteweyî de armanca hevalbendiya di navbera Çîn û Rûsyayê de, avakirina pergaleke nû ya cîhanê ye çi li ser asta aborî yan jî siyasî. El Dîb îşaret pê kir ku ji bo vê armancê koma Shanghai wek rêxistineke siyasî û ewlehiyê û rêxistina BRICS a aborî hatin avakirin.

El Dîb nirxandina xwe wiha domand: “Li ba Rûsya û Çînê hewldanek heye ku endamên nû tev li van her du rêxistinan bikin. Nexasim BRICS ku ji gelek dewletan pêk tê mîna Hindistan, Çîn, Brazîl, Başûrê Afrîkayê. Her wiha dixwazin vê yekê bikin ji bo ku ji saziyên rojavayî yên navneteweyî û ji bin kontrola dolar û euroyê derkevin.”

‘EJDERHAYÊ ÇÎNÎ TÊ’

El Dîb di wê baweriyê de ye ku aliyê herî zêde sûcê ji avakirina pergaleke nû ya cîhanê digire, Çîn e û got: “Şert û mercên cîhanê ji bo Pekînê fersendeke zêrîn e ku bi hêztir bibe ji ber ku Amerîka, Ewropa û heta Rûsya niha zaîf bûne.”

Li gorî pêşbiniyên El Dîb dibe ku di 50 salên bê de Çîn hêza yekane li cîhanê be, ji ber ku sûdê ji şerê Ukrayna-Rûsyayê, hemleya rojavayî li dijî Rûsyayê digire da ku bi hêztir bibe.

HILBIJARTINÊN AMERÎKAYÊ

Li gorî pirsporê misirî, Çîn dê firehtir bibe ku sûdê ji zeîfbûna Amerîkayê û hêzên rojavayî digire û wiha anî ziman: “Rêveberiya Biden gelekî zeîf e, kontrola xwe ya li ser hin dosyayên navneteweyî ji dest da, jê ya herî girîng Rojhilata Navîn. Lihevkirina dawî ya di navbera Siûdiye û Îran de delîl e û li ser guhertina mezin ku li cîhanê çêdibe şahid e.”

El Dîb di dawiyê de got: “Navbeynkariya Çînê dibe di gelek dosyayên Rojhilata Navîn de berdewam bike. Di dema bê de dê eşkere bibe heke hêzên Anglo-Saxon dihêle vê rolê li ser hesabê Washington û rojava bilîze. Heke rêveberiya Amerîkayê di hilbijartinên bê de hate guhertin, wê li hember daketina dolarê bê deng nemîne.”

(şx)

ANHA