‘Bi têkoşîna xwe em dê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin’

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan û jinên ji rojavayê gundewarên Dêrazorê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi tecrîdê hewl dide vîna gelê herêmê bişikîne. Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku li gorî rêgezên xwe kar bikin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin ji bo ku Rêber Abdullah Ocalan serbest berde.

‘Bi têkoşîna xwe em dê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin’
31 adar, 2023   03:34
DÊRAZOR

Dewleta Tirk a dagirker ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne, bêyî ku guh bide tenduristiya wî û mafên wî binpê dike.

Têkildarî vê mijarê, welatiya bi navê Mereh El Hemed a ji bajarokê El Kesra yê rojavayê Dêrazorê got: “Dewleta Tirk ji tecrîdê armanc dike ku vîna gelên herêmê bişikîne ku bi saya fikrên wî ji terorê rizgar bûn.”

Mereh bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li gorî rêgezên xwe yên qanûnî kar bikin û Rêber Abdullah Ocalan serbest berdin.

Mereh wiha domand: “Em siyaseta dewleta Tirk a dagirker a ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, şermezar dikin. Daxwaza me ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, berdewam e heta ku bersiva daxwaza me didin.”

Welatiya bi navê Sece El Ebdullah ji şêniyên bajarokê Mihêmîde yê rojavayê Dêrazorê got: “Dewleta Tirk a dagirker peymanên navneteweyî yên girtiyan binpê dike. Mafên Rêber Abdullah Ocalan wek girtiyekî siyasî binpê dike û di doza wî de, qanûnê pêk nayne.”

Sece bang kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker were pirsîn ji ber ku sûcan li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne.

Endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêrazorê Suha El Seîd got: “Em careke din tecrîdê şermezar dikin. Ev tecrîd di çarçoveya şerê dewletên kapîtalîst û pergala Tirkiyeyê de li dijî gelên azadîxwaz berdewam e.”

Suha destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker nizane ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav gel de belav e ku li gorî wî kar dike û projeya wî ya neteweya demokratîk di nava saziyan de pêk tîne.

Suha bang li rêxistinên cîhanê û mirovî kir ku tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bikin û rê bidin ku parêzer û malbat bi wî re hevdîtinê pêk bînin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêrazorê Rewda El Ehmed got: “Dewleta Tirk a dagirker bi ferzkirina tecrîdê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser tune bike. Lê ev ne pêkan e ji ber ku em dev ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan bernadin û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were, em dê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Rewda bang li CPT`yê kir ku navaroka serdana xwe ya Îmraliyê eşkere bike, ji bêdengiya xwe derkeve û sûcên li Îmraliyê tên kirin, eşkere bike.

(şx)

ANHA