​​​​​​​Li Helebê rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hat nîqaşkirin

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk panelek bi navnîşana ʹʹGuhertina demokratîk li Sûriyeyê û rola ciwanan" li Helebê li dar xist.

​​​​​​​Li Helebê rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Helebê rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Helebê rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Helebê rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Helebê rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Helebê rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Helebê rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
​​​​​​​Li Helebê rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
30 adar, 2023   17:53
HELEB

Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo hişyarkirina ciwanên Sûriyeyê de, paneleke li hola Star Layt a li herêma Şiqeyêf a taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Xwendekarên zanîngehê, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê û ciwanên partiyên siyasî beşdarî panelê bûn. Di panelê de nasnameya niştîmanî, bandora şerê taybet, gavên guhertina demokratîk û rêbazên pêşxistina rola ciwanan hatin nîqaşkirin.

Rêveberê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Nasir Nasro axivî, destnîşan kir ku erkê dîrokî yê tevgerên ciwanan ên Sûriyeyê ew e ku ji bo amadekirina ciwanan ji bo avakirina welêt û xizmetkirina wî, li gor diyaloga vekirî tevbigerin.

PAŞGUHKIRINA ROLA CIWANAN KIRÎZ KÛRTIR KIR

Piştre, rêvebera Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ya Helebê Zeyneb Qenber destnîşan kir ku pergalên faşîst bandoreke nerênî li pêşeroja ciwanan kir û diyar kir ku paşguhkirina rola wan di civakan de hişt ku kirîza Sûriyeyê kûrtir bibe.

Piştre, nîqaş li ser nasnameya nîştimanî ya ciwanan û bandora şerê taybet ê ku dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta Şamê û rêxistinên navneteweyî û xwecihî yên ku li dijî ciwanan didin meşandin hatin kirin.

SEDEMÊN PENABERIYA CIWANAN

Di vê çarçoveyê de hevserokê Desteya Ciwanan û Werzîşê ya kantona Şehbayê Nacî Selame diyar kir ku erk û mafên welatîbûnê hene û got: "Yek ji sedemên penaberiya ciwanan jî ew e ku ew welatîbûneke rastî hîs nakin. Divê em li hember projeyên ku ciwanan hedef digirin, bisekinin.ʹʹ

NASNAMEYA NÎŞTÎMANÎ JI BO GELAN GIRÎNG E

Her wiha, rêveberê Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Şehbayê Sebir Erûs got: "Eger ne ji nasnameya nîştîmanî be em nikarin pirrengiya çandî ya li Sûriye û Rojhilata Navîn biparêzin. Divê em li gor bingeha parastina bingehên çandî nexasim ên gelê Kurd ku rastî gelek komplo û komkujî hatiye, bixebitin."

RÊBAZÊN PÊŞXISTIN Û AVAKIRINA CIWANAN

Piştî parvekirina nêrînan, rêbazên pêkanîna guhertina demokratîk li Sûriyeyê û çareserkirina hemû dozên asêmayî, her wiha rêbazên pêşxistin û avakirina ciwanan hatin nîqaşkirin.

Têkildarî vê yekê, endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Jinên Sûriyeyî Rîham Mihemed got: "Divê mafên ciwanan û azadiya wan werin parastin, ciwan ji tundrawtiya siyasî jî werin dûrxistin. Divê saziyên olî jî ciwanan ji fikrên tundraw hişyar bikin, her wiha divê ciwan cihê xwe di qada siyasî de bigirin da ku hestên welatîbûnê li ba wan xurtir bibin."

Rîham Mihemed qala girîngiya rola çapemeniyê di pêşxistina asoyên siyasî yên ciwanan de kir.

Di dawiya panelê de beşdaran destnîşan kir ku divê çareseriya kirîza Sûriyeyê ji ciwanan dest pê bike û got, ciwa pêşeroja nêzîk a Sûriyeyê ne.

 (mh)

ANHA