​​​​​​​Li Derayê mayinek bi erebeyeke hêzên Şamê ve teqiya

Li parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyeyê mayineke bi erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ve teqiya.

​​​​​​​Li Derayê mayinek bi erebeyeke hêzên Şamê ve teqiya
30 adar, 2023   17:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR, li ser rêya di navbera bajarokên Şecera û Sehm de yên gundewarê rojava yê Derayê mayinek bi erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê ve teqiya. Li gorî agahiyan, windahiyên canî hene.

Îro jî li heman parêzgehê li dijî malên du endamên îstîxbarata leşkerî yên hikumeta Şamê êriş hatin kirin.

Li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê û Derayê bi taybet, alozî û tevlihevî dewam dikin. li gorî SOHR, ji destpêka îsal ve di encamên êrişan de 85 kes hatin kuştin, di nav de sivîl hene.

(bb)