​​​​​​​Di roja 4ʹemîn de şanoya ʹBerf jî diêşeʹ

Di roja 4`an a Mîhrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol de şanoya “Berf jî diêşe” li ser dika Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hate pêşandan.

​​​​​​​Di roja 4ʹemîn de şanoya ʹBerf jî diêşeʹ
30 adar, 2023   14:30
QAMIŞLO

Beriya pêşandana şanoyê, nivîskar û derhêner Beşîr Mela Newaf têkildarî pêvajoyên pêşketina şanoyê semînerek da.

Di semînerê de nivîskar û hezkiriyên şanoyê beşdar bûn.

Mela Newaf behsa dîroka şanoyê kir û diyar kir ku şano wek cureyeke edebî, beriya avabûna dikê bi awayekî fermî derketiye.

Mela Newaf dîroka hunerê bi dîroka mirovahiyê ve girê da û got: “Dema mêr ji rêwîtiyên nêçiriyê vedigerîn, ji malbatên xwe re bi awayekî şanogerî behsa wan rêwîtiyan dikirin.”

Mela Newaf behsa şanoya greec a serdema 7`an beriya zayînê û çawa bi pêş ket kir.

Mela Newaf diyar kir ku dîroka fermî ya şanoyê, vedigere greec û destnîşan kir ku destana Gilgamêş ji şanoya ʹ Iliadʹ ya nivîskarê greecî Homeros kevintir e.

Dûre şanoya bi navnîşan “Berf jî diêşe” ya Koma Hîlala Zêrîn a jinan hat pêşanan. Nivîskara şanoyê Sarya Gulan e  û Metîn Awr e û Sara Gulan derhêneriya wê kir.

Piştî wê şanoya “Hejar li rastiyê digerin” ya nivîskarê nemir Mistefa El Helac hate pêşandan. Ehmed Şihade derhêneriya şanoyê kir.

Di şanoyê de 10 endamên Koma Şanoyê ya Navenda Çandî ya Minbicê lîstin ku cara yekemîn e beşdarî mîhrîcanê dibin.

(şx)

ANHA