Kongra Star a Amûdê bernameya çalakiyên 4ʹê Nîsanê eşkere kir

Kongra Star a navçeya Amûdê bernameya çalakiyên 4ʹê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan eşkere kir.

Kongra Star a Amûdê bernameya çalakiyên 4ʹê Nîsanê eşkere kir
30 adar, 2023   16:01
QAMIŞLO

Kongra Star a navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê bi boneya nêzîkbûna 4ʹê Nîsanê ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan e, bernameya çalakiyan eşkere kir.

Bi dehan endamên Kongra Star a navçeya Amûdê li ber navenda xwe kom bûn û daxuyanî da.

Endama Kongra Star Hena Xalid daxuyanî da. Hena Xalid rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li gelên cîhanê yên azadîxwaz pîroz kir û berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li girtîgeha Îmraliyê silav kir.

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyên 4ʹê Nîsanê yên li Amûdê wiha ye:

-2ʹyê Nîsanê dê şahiyek ji bo zarokên şehîdan li navenda çandê ya navçeyê were lidarxistin.

-3ʹyê Nîsanê dê daxuyanî were dayîn, dar li saziyên sivîl ên li navçeyê werin belavkirin. Her wiha dê ji hemû saziyên sivîl komîteyek were avakirin da ku serdana malbatên şehîdan bike, wan ji bo şahiya 4'ê Nîsanê vexwînin û pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan diyarî wan bikin. Dîsan jî dê komîteyek ji rêveberên jin ên saziyan û komîteyeke din a ciwanan werin avakirin da ku qada şahiyê bixemilînin, saet di 09:00ʹan. Şaredariya Gel dê daran li şitilgeha Sînaayê biçîne, saet 10:00ʹan.

-4ʹê Nîsanê dê dar li Akademiya Şehîdan werin çandin, saet 09:00ʹan û şahiyek li navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya li navçeyê were lidarxistin, saet 11:00ʹan.

Piştî daxuyaniyê, beşdaran 60 darên li saziyan belav kir û rojbûna Rêber Abdullah Ocalan li endamên saziyan pîroz kir.

 (mh)

ANHA