Li Til Birakê bîranîna 17 şehîdan

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi bîr anîn.

Li Til Birakê bîranîna 17 şehîdan
Li Til Birakê bîranîna 17 şehîdan
Li Til Birakê bîranîna 17 şehîdan
Li Til Birakê bîranîna 17 şehîdan
30 adar, 2023   11:40
QAMIŞLO

Ji bo bîranîna 17 şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişloyê, li hola Navenda Çand û Hunerê ya rojavayê navçeyê merasîmek li dar xist. Bi dehan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî û malbatên şehîdan tev li merasîmê bûn.

Di hola merasîmê de, wêneyên şehîdan, Rêber Abdullah Ocalan hatin daliqandin. Her wiha malbatên şehîdan wêneyên 17 şehîdan hildan.

Di merasîmê de, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê Şuca El Hasir axivî û got: “Em bejna xwe li ber şehîdan ditewînin ku ji bo ku gelên herêmê ji zilm û çewisandinê xilas bikin, canê xwe feda kir.”

Endamê Meclisa Leşkerî ya Holê Orya Hisên axivî û soza berdewamkirina têkoşîna şehîdan da.

Her wiha endama Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Til Birakê Efaf El Salih axivî û rola şehîdan di parastina destkeftiyên gelan de, silav kir û soza şopandina rêya wan da.

Endama Rêveberiya Kongra Star a Til Birakê Elya El Iwês axivî û soza şopandina rêya şehîdan da û got: “Em dê rêya şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin.”

Dûre sînevîzyonek têkildarî jiyana 17 şehîdan hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de beşdaran dirûşmên “Şehîd namirin”û “Bijî berxwedana Serok” berz kirin.

(şx)

ANHA