Îsraîlê li derdora Şamê êriş pêk anî

Li gorî medyaya hikumeta Şamê, Îsraîlê li dijî Şamê êrişa moşekan pêk aniye, di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Îsraîlê li derdora Şamê êriş pêk anî
30 adar, 2023   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajanseke hikumeta Şamê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyekî leşkerî, ragihand ku saet derdora 01:30`an piştî nîvê şevê de, Îsraîlê ji Colanê bi moşekan êriş bir ser hin noqteyên li derdora Şamê, di encamê de 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûne.

Heman ajansê diyar kir ku pergala wan a parastina asîmanî bersiva êrişê daye û hin moşek xistine xwarê.

Bi salan e ku li dijî navend û deverên ku wekî cihên komên girêdayî Îranê pênase dike, êrişan pêk tîne. Ji salên destpêkê yên aloziya Sûriyeyê ve hêzên alîgirên Îranê û Hizbullah a Lubnanê, ji bo piştgiriya hêzên hikumeta Şamê, li gelek herêmên Sûriyeyê bi cih dibin.

Hefteya borî jî Îsraîlê êrişî Balafirgeha Navneteweyî Helebê kiribû, ji ber êrişê balafirgeh 2 rojan ji xizmetê derketibû.

(şx/c)