ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-3-2023

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 30-3-2023
29 adar, 2023   23:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Birakê ya kantona Qamişlo 17 şehîdên meha Çile, Sibat û Adarê li Navenda Çandê ya navçeyê saet di 12:00`an de bi bîr tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê di roja çaran de li dika Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo berdewam e saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Têkilî bi derve re nîn e, hevdîtin bi malbat û parêzeran re pêk nayên. Ev rewşa dîlgirtiyên girtîgeha girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê ye. Pirsnîşan û nezelalbûn der barê rewşa girtiyan zêde dibin, nexasim tenduristiya wan li gel şert û mercên dijwar ên girtîgehan. (BI WÊNE)

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan çavên gelan li dinyayê vekir û bang li tevahî jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê da zanîn ku ew destekê didinên gelê li Cindirêsê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û got komkujiya wan di şeva Newrozê de pêk aniye, hewldaneke qirkirina gelê Kurd e.

Di salên dawîn de kolanên Şamê bi parsekan tijî bûne. Çavdêr dibêjin zêdebûna parsekiyê encama xizanî û belengaziya gel e û hebûna torên parsekiyê ye ku tê texmînkirin ev tor girêdayî hikumeta Şamê bin. (BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

Di Mîhrîcana 6 'emîn a Şehîd Yekta Herekol a Şanoyê ku di 27 'ê Adarê de dest pê kiribû de ji şanoyên hatine pêşandan, xuya dibe ku rewşên siyasî û neyînî bandor li navarokên wan kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Piştî lihevkirina di dosyaya têkiliyên Siûdî-Îranî de, Wezareta Karên Derve ya Siûdî eşkere kir ku di navbera Riyad û Şamê de dan û standinên ji bo jinûve xizmetên qunsulxaneyê hene. Gelo rewşên hişt Riyad vê yekê bike çi ne?Helwesta Amerîkayê ji vê yekê çi ye? (BI WÊNE)