ꞌDivê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan binꞌ

Endamên Tevgera Hîlala Zêrîn diyar kirin ku Rêber Abdullah Ocalan çavên gelan li dinyayê vekir û bang li tevahî jinan kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê geş bikin.

ꞌDivê jin ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li ser piyan binꞌ
30 adar, 2023   04:44
ŞEHBA

Endamên Tevgera Çand û Hunera Jinan a Hîlala Zêrîn a herêma Efrînê der barê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan de nêrînên xwe bi ajansa me parve kirin.

'EM SALA 2023ʹYAN BİKİN SALA AZADİYA RÊBER APO'

Şêrîn Xelîl tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û got, dewleta Tirk bi vê tecrîdê dixwaze gel ji fikrê Rêber Apo dûr bixe û projeya neteweya demokratîk têk bibe û wiha dom kir: ʹʹTu kes nikare me ji fikr û felsefeya Rêber Apo dûr bixe. Felsefeya Rêber Apo li cîhanê tevahî belav bûye."

Şêrîn Xelîl destnîşan kir ku ew ê bi rihê berxwedana gelan tecrîdê têk bibin û sala 2023ʹyan bikin sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

'DIVÊ TEVAHÎ JİNÊN CÎHANÊ RABIN SER PIYAN'

Gunay Mistefa bi bîr xist ku 24 sal di ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn û got: "Divê tevahî cîhan ji bo azadiya Abdullah Ocalan, bikeve nava liv û tevgerê."

Gunay Mistefa wiha berdewam kir: "Tu agahiyên me ji Rêber Apo nîne. Em nizanin di çi şert û mercî de de ye. Em bang li civata navneteweyî dikin ku bi erk û berpirsyartiya xwe rabin û Rêber Abdullah Ocalan azad bikin. Ê ku hiştiye çavên gel li dinyayê vebe Rêber Apo ye, gel jî li ser xeta ku Rêber Apo daniye dimeşe.ʹʹ

Gunay Mistefa di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em jinên Kurd û tevahî jinên cîhanê divê heta azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan li ser piya bin û têkoşînê geş bikin."

(zş/bb)

ANHA