Çete bacên vegerê li efrîniyan ferz dikin

Çavkaniyên ji hundirê kantona Efrînê ya dagirkirî da zanîn ku çeteyên Sultan Silêman Şah ên artêşa Tirk a dagirker li welatiyên efrînî yên ji Tirkiye û Lubnanê vedigerin Efrînê, bacên nû ferz dikin.

Çete bacên vegerê li efrîniyan ferz dikin
29 adar, 2023   12:20
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyên ji Efrîna dagirkirî, çeteyên Sultan Silêman Şah bacan li welatiyên efrînî yên ji Tirkiye û Lubnanê vedigerin Efrîna dagirkirî, bacên di navbera 700 heta hezar dolarî ferz dikin.

Rêzesûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên Efrîna dagirkirî dewam dikin. Ev yek li gorî hemû qanûn û peymanên mafên mirovan binpêkirineke eşkere ye.

(fr)

ANHA