Qadên gerîla bi çekên qedexekirî hatin bombekirin

Artêşa Tirk a dagirker 28'ê Adarê li qada Sîdayê bi çekên qedexekirî bombe li çeperên berxwedanê barand.

Qadên gerîla bi çekên qedexekirî hatin bombekirin
29 adar, 2023   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên qedexekirî;

28′ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li qada Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hate bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

27 û 28'ê Adarê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Girê Çarçêl ê Metînayê û Geliyê Balinda yê Zapê 4 caran bi balafiran hatin bombekirin.

28 û 29'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Girê Cûdî, Girê FM, qadên Çemço û Sîdayê 15 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."