​​​​​​​Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên DAIŞʹî radestî Norwêcê kirin

Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞʹê radestî şandeya Norwêcê kirin.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên DAIŞʹî radestî Norwêcê kirin
28 adar, 2023   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya ku malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kiriye, şandeyek ji Norwêcê bi serokatiya berpirsê kar û barên balyozxaneya Norwêcê ya li Bexdayê Eric Husam serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şande ji aliyê cîgirê hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Robel Beho, endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve Xalid Îbrahîm û nûnera YPJʹê Lana Hisên ve hat pêşwazîkirin.

Di civînê de rewşa siyasî, mirovî, ewlehî û aborî ya li herêmê hat nirxandin û hate gotin, divê aloziya Sûriyeyê li gorî birayra Neteweyên Yekbûyî ya 2254ʹan were çareserkirin.

Robel Beho got: "Rêveberiya Xweser diyalogên nîştimanî yên sûrî wekî bingeha pêkanîna aramiyê li Sûriyeyê û çareseriya siyasî ya adilane dipejirîne. Her wiha çareserkirina aloziyê û parastina yekitiya Sûriyeyê bi bidawîkirina dagirkeriya Tirk  dibîne."

Robel Beho bang li civata navneteweyî kir sûcên li herêmên dagirkirî û guhertina demgorafî rawestîne.

Eric Husam spasiya Rêveberiya Xweser kir û got: " Norwêc ji nêzîk ve rewşa siyasî û mirovî ya zehmet li herêmê dişopîne." Her wiha diyar kir ku welatê wî dê piştevaniya mirovî ya bi Sûriye, bi taybetî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bidomîne.

Di dawiya hevdîtinê de Rêveberiya Xweser 2 jin û 3 zarokên malbatên DAIŞʹî li gor belgeya fermî radestî dewleta Norwêcê kirin.

(bb)