Zehmetiyên koçberan di rojiyê de zêdetir dibin

Koçberên Efrînê ji ber dorpêça hikumeta Şamê nikarin pêdiviyên xwe yên meha rojiyê jî pêşwazî bikin.

Zehmetiyên koçberan di rojiyê de zêdetir dibin
29 adar, 2023   06:15
ŞEHBA

Xwecihên Efrîn û Şehbayê îsal meha rojiyê di nava dorpêça hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de derbas dikin.

Koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê bi cih bûne diyar kirin ku ji ber dorpêça li ser herêmê tiştên pêwîst bi awayekî têrker nayên herêmê, lewma yên heyî hem têrî nakin, hem jî biha ne.

Emîne Ebdil Yasîn a ji şêniyên navçeya Raco ku li Kampa Berxwedan dimîne, got: "6 rojî di ser me re derbas dibin û hîn jî em dûrî mal û erda xwe ne. Em li benda rehma Xweda ne ku em rojekê nêz de vegerin cih û warê xwe. Hêviya me warê me ye."

Emîne anî ziman ku ji ber siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî xelkê Efrînê nirxê kel û pelan pir biha ye, ji lew re di rojiyê de jî nikarin hemû pêdiviyên xwe bikirin.

Fatima Mihemed ku ew jî li Kampa Berxwedan dimîne, diyar kir ku ji ber bihabûna kel û pelan, di meha Remezanê de jî nikarin pêdiviyên xwarinê bikirin.

Koçberê bi navê Omer Hemkeyî jî got ku ji ber dorpêça li ser herêmê, îsal ji salên berê zêdetir zehmetiyan dikişînin.

(zş/cx)

ANHA