7 Partiyên siyasî xwestin dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê were bidawîkirin

7 partî û hêzên siyasî bi daxuyaniyekê sersaxî dan malbatên şehîdên komkujiya li Cindirêsê û xwestin der barê komkujiyê de lêpirsîn were vekirin û dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê were bidawîkirin.

7 Partiyên siyasî xwestin dagirkeriya Tirk a li Sûriyeyê were bidawîkirin
28 adar, 2023   18:01
NAVENDA NÛÇEYAN

7 partî û hêzên siyasî yên sûrî têkildarî komkujiya şeva Newrozê ya ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê pêk anîbûn daxuyaniyek hevbeş da.

Di daxuyaniyê de komkujî bi tundî hat şermezarkirin û hate gotin: "Komkujiya li Cindirêsê delîlekî din ê binpêkirinên li herêmên dagirkirî ye ku komên çete yên dewleta Tirk bi hincetên ne rast pêk tînin.ʹʹ

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdên komkujiyê re hate xwestin û bang li pêkhateyên gelê Sûriyeyê hate kirin ku xwepêşandanên piştgiriya bi şêniyên li herêmên dagirkirî li dar bixin.

Partiyan di daxuyaniyê de ev bang jî kirin:

1-Em bang li Komkara Ereban dikin ku erkên xwe bi cih bînin, komkujiyê bixe rojeva civîna xwe ya bê,  her wiha nehêle rêxistin û saziyên ku desteka xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin,  demografiya herêmên Sûriyeyê, bi taybet herêman Kurdan biguherin.

2- Divê Konseya Ewlekariyê der barê komkujiyê de lêpirsîneke bi lez û pak veke, kujeran û kesên destê wan di komkujiyê de hene sewqî edaletê bikin.

3-Divê Neteweyên Yekbûyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û dewleta Tirk neçar bikin bila dagirkeriya xwe ya li herêmên Sûriyeyê bi dawî bike.

4- Ji bo vegera ewle ya gelê Efrînê li gund û bajarê xwe divê xebat were kirin, planên bi armanca guhertina demgorafiya Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahî herêmên dagirkirî têk bibin.

Partiyan bang li gelê Sûriyeyê û hemû hêzên welatparêz hate kirin û Cejna Newrozê wekî cejneke nîştimanî û sûrî bibînin.

Partiyên ku daxuyanî dane ev in:

-Partiya Destpêkê Sûriyeyê (Sûriye Ewlen)

- Tevgera Guhertina Demokratîk (Heyet El Tensîq)

-Şepêla Guhertin a Aştiyê

-Tevgera Çaksazî-Sûriye

-Eniya Nîştimanî ya Sûriyeyê

-Partiya Nîştimanî ya Civakî

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD).

(dm)

ANHA