Şehîd Egîd li Zirganê hat bi bîranîn

Li Zirganê semînerek li ser jiyana şehîd Egîd hat dayîn.

Şehîd Egîd li Zirganê hat bi bîranîn
28 adar, 2023   16:50
 HESEKÊ

Bi boneya salvegera şehadeta fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd), Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), semînerek li navçeya Zirganê ya kantona Hesekê da. Bi dehan şênî beşdarî semînerê bûn.

Semîner ji aliyê endamê Meclisa Giştî ya PYDʹê Ebdurehman El Hisên ve hat birêvebirin.

/ar/uploads/files/2023/03/28/161622_mhadhrh-zrkan-28129.webp

El Hisên behsa têkoşîna fermandar Egîd kir û got: "Mahsûm Korkmaz li çiyayê Kurdistanê dest bi têkoşîna rizgariyê ji pergalên faşîst kir. Li Lubnanê perwerdeyên fikrî û leşkerî dît. Fermandar Egîd li çiyayê Kurdistanê pêngava têkoşîna çekdarî ya 15ʹê Tebaxê ragihand. Ev pêngav ji bo gelên bindest wekî rêya xilasiyê ye.ʹʹ

El Hisên got, yên ku dixwazin PKKʹê nas bike bila lehengiyên şehîdên wê yên wekî Mazlûm Dogan û Egîd nas bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Şehîd Egîd bi xwîna xwe ya pak rêya azadiyê nîşan da."

Di dawiya semînerê de dirûşmên "Şehîd namirin" û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatin berzkirin.

(bb)

ANHA