​​​​​​​Êrişên li dijî çeperên berxwedanê dewam dikin

HPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 19 caran êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir.

​​​​​​​Êrişên li dijî çeperên berxwedanê dewam dikin
28 adar, 2023   14:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê êrişên artêşa Tirk a dagirker de ev daxuyanî da:

Li herêma Zapê;

"Di 27’ê Adarê de saet di 13.00 û 14.00’an de dagirkeran 2 caran êrişî çeperên berxwedanê yên li Sîdayê kirin û hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiva êrîşan dane.

Êrişên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 27’ê Adarê de Qada Berxwedanê ya Girê FM û çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê bi obus, tank û çekên giran 17 caran hatine bombekirin.”