Bi merasîmeke leşkerî fermandar Egîd hat bi bîranîn

Li Helebê fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) bi merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ  û YPGʹê ve hat biranîn.

Bi merasîmeke leşkerî fermandar Egîd hat bi bîranîn
Bi merasîmeke leşkerî fermandar Egîd hat bi bîranîn
Bi merasîmeke leşkerî fermandar Egîd hat bi bîranîn
Bi merasîmeke leşkerî fermandar Egîd hat bi bîranîn
Bi merasîmeke leşkerî fermandar Egîd hat bi bîranîn
Bi merasîmeke leşkerî fermandar Egîd hat bi bîranîn
Bi merasîmeke leşkerî fermandar Egîd hat bi bîranîn
28 adar, 2023   14:24
HELEB

Di salvegera 37'emîn a şehadeta fermandar Mahsûm Korkmaz (Egîd) de, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) merasîmeke leşkerî li Goristana Şehîdên Berxwedana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dar xist. Di merasîmê de bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

/ar/uploads/files/2023/03/28/131707_shrfan-afryn.webp

Piştî lidarxistina torana leşkerî, ji fermandarên YPGʹê Şervan Efrîn axivî.

Şervan Efrîn got: "Meha Adarê ji bo Kurdan meha fedakariyê ye, ji 21'ê mehê ve ku salvegera şehadeta şehîd Mazlûm Dogan e, heta bi Hefteya Lehengiyê û şehadeta şegîd Egîd e."

Şervan Efrîn destnîşan kir ku fedakariya ku pêşengên Hefteya Lehengiyê dane, tevahiya Rojhilata Navîn parast û wiha domand: " Bi saya Hefteya Lehengiyê gel fêrî xweparastinê bû û komployên li dijî gelên herêmê têk birin.ʹʹ

Şervan Efrîn soza şopadina xeta şehîd Mazlûm Dogan û Egîd  da.

Merasîm bi siloganên "şehîd namirin" bi dawî bûn.

(mh)

ANHA