​​​​​​​Di roja duyemîn a mîhrîcanê de şanoya koma jinan

Di roja 2ʹyemîn a Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol de şanoya ʹÇentê Wesoʹ ya Hîlala Zêrîn hat pêşandan.

​​​​​​​Di roja duyemîn a mîhrîcanê de şanoya koma jinan
28 adar, 2023   14:50
QAMIŞLO

Bi tevlêbûneke balkêş a hezkiriyên şano, rewşenbîr, hunermend û hemû beşên civakê, 6ʹemîn Mîhrîcana Şehîd Yekta Herkol di roja duyemîn de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dewam dike.

Di roja duyemîn de Koma Darsî ya girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a taybet a jinan a kantona Hesekê şanoya ʹÇentê Wesoʹ pêşanda.

Şanoyê behsa çîroka malbatekê dike ku di şoreşa Rojava de  di nava saziyan de cih girt û li gorî berjwendiyên şêxsî bi kar tîne.  Ji bo vê malbatê xizmetçiyek kar dike û mafên wê tên binpêkirin. Şano vê nameyê dide ku jiyan û kar ne ji bo komkirina serwetan û înkarkirina mafan e. Lê ji bo xizmta civakê û pêkanîna armancên durist e.

Biryar bû ku îro şanoya ʹKontayinerʹ jî hatiba pêşandin, lê ji ber kom a ji Helebê amade nebû, şano hat betalkirin.

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol wê heta destpêka Nîsanê dewam bike.

(dm)

ANHA