Li Hesekê 138 şehîdên meha Adarê û Hefteya Lehengiyê hatin bibîranîn

Şêniyên Hesekê 138 şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevgera rizgariya Kurdistanê û Hefteya Lehengiyê ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anîn.

28 adar, 2023   12:01
HESEKÊ

Ji bo bîranîna 138 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku di meha Adarê de di salên cuda de şehîd bûne, merasîmek hat lidarxistin.

Merasîm li Hola Serdemê ya taxa Mişêrfe ya Hesekê bi beşdariya bi sedan şêniyên bajêr û gundan, koçberên Serêkaniyê û malbatên şehîdan li dar ket.

Di merasîmê de endama Rêveberiya Meclisa Kantona Hesekê Fîdan Seydo axivî û fedakariyên şehîdan bi bîr anîn û got: “Em bejna xwe li ber giyanê şehîdan ditewînin. Wan şehîdan ji bo ku ewlehî li herêmê pêk were, canê xwe feda kir. Di Adarê de em berxwedana wan şehîdan bi bîr tînin.”

Fîdan Hefteya Lehengiyê di kesayeta şehîd Mahsûm Korkmaz de silav kir û wiha domand: “Şehîd Mahsûm Korkmaz bawer kir ku fedakarî û fedaîtî ji faktorên sereke yên şoreşê ne. Li ser wê bingehê û bi baweriyeke mezin şehîd Mahsûm û hemû têkoşeran di destpêka şoreşê de tê koşiyan û ew bi pêş xist.”

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Herêma Cizîrê Şoreş Hesekê axivî û hefteya lehengiyê bi bîr anî û got: “Şehîd Mahsûm Korkmaz û Mazlûm Dogan, rêveberên pêşeng ên şoreşa me bûn. Berxwedana ku Mahsûm Korkmaz nîşan daye heta îro berdewam e.”

Piştî bidawîbûna axaftinan sînevîzyonek têkildarî jiyana şehîd Mahsûm Korkmaz, têkoşîn û berxwedana wî di nava tevgera rizariya Kurdistanê de û wêneyên 138 şehîdan hate pêşandan.

Di dawiya merasîmê de beşdaran, berxwedana şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan silav kir.

(şx)

ANHA