​​​​​​​Di topbarana hikumeta Şamê de 3 çete hatin kuştin

Li gundewarên Helebê di topbarana hikumeta Şamê de 3 çeteyên Tehrîr El Şam hatin kuştin.

​​​​​​​Di topbarana hikumeta Şamê de 3 çete hatin kuştin
28 adar, 2023   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) hêzên hikumeta Şamê îro bi dijwarî û bi çekên giran eniya Foca 46’an a li rojavayê Helebê topbaran kir. Herêma navborî di nava “herêma bêçek” de ye.

Di encama topranê de 3 çeteyên Tehrîr El Şam hatin kuştin.

(şx)