Saziyên sivîl: Divê komîteyeke lêpirsînê here herêmên dagirkirî

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê, Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya Reqayê bang kir ku komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe biçe herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê û hesab ji berpirsên komkujiya Cindirêsê û hemû sûcên ji destpêka dagirkirina Efrînê ve, bipirsin.

Saziyên sivîl: Divê komîteyeke lêpirsînê here herêmên dagirkirî
28 adar, 2023   11:35
QAMIŞLO

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyeke hevbeş komkujiya Cindirêsê şermezar kir.

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Ciwan Mihemed daxuyanî li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya Taxa Siyasî ya Qamişloyê xwend. Endamên rêxistinê, yekitiyê, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên hovane li dijî mafên mirovan û peymanên navneteweyî pêk tînin.

Her wiha hat diyarkirin ku piştî komkujiya li Cindirêsê li dijî Kurdan pêk hatiye ku di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn û 3 din jî birîndar bûn, xwepêşandan li dar ketin û banga bi dawîkirina nîjadperestiya li dijî wan pêk tê û derxistina komên çeteyan hat kirin.

Di daxuyaniyê de bang li NY`yê hat kirin ku tedbîr pêwîst bigire ji bo niştecihên resen ên li Efrînê biparêzin û fişarê li Tirkiye bike da ku dagirkeriyê bi dawî bike, berpirsyariyên xwe yên qanûnî wek dewleteke dagirker bîne cih, ewlehiyê misoger bike, hesabê ji pêkanînerên vê sûcê bipirse û hemû sûcên ku heta roja îro tên kirin, rawestîne.

Her wiha bang hat kirin komîteyeke lêpirsînê ya serbixwe ya navneteweyî bişînin herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyeyê ji bo ku rewşa mirovî û mafên mirovan li wan herêman nas bike, mudaxele bike û sûcên tên kirin rawestîne, sûcdaran û piştevanên wan li dadgehên navneteweyî darizîne û piştgiriyê ji niştecihên resen re pêşkêş bike.

REQA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RtcgpVGTkOE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiyayê ya Reqayê têkildarî heman mijarê daxuyanî da. Endamên komîteyên nivîsgehê, Meclisa Idliba Kesk (Xedra), nivîsgehên jinan ên Reqayê tev li dayîna daxuyaniyê bûn.

Endama Komîteya Perwerdeyê ya Nivîsgeha Kombûna Jinan a Reqayê Buseyne Ebdo daxuyanî li pêşiya navenda nivîsgehê ya li Reqayê xwend.

Di daxuyaniyê de komkujiya Cindirêsê hate şermezarkirin û bang li bidawîkirina dagirkeriyê û rawestandina sûcan hat kirin. Her wiha soza pêkanîna Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî hat dayîn.

(şx)

ANHA