Beriya bê şehîdkirin jî çeteyan îşkence lê kiribû

Yek ji şehîdên Komkujiya Cindirêsê beriya ku ji aliyê çeteyan ve bê qetilkirin, ji ber ku daxwaza mala xwe ya desteserkirî kiribû, hatibû revandin û îşkence lê hatibû kirin.

Beriya bê şehîdkirin jî çeteyan îşkence lê kiribû
27 adar, 2023   07:47
ŞEHBA

Welatiyê bi navê Fereh El Dîn Mihemed Osman ku şeva Newrozê (20`ê Adarê) ji aliyê çeteyên “Ehrar Şerqiyê” ve li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî hatibû şehîdxistin, berê jî ji aliyê heman koma çeteyan ve hatibû revandin û îşkence lê hatibû kirin.

Ajansa me bûyer di 2018`an de belge kiribû. Nûçe bi sernavê “Binêrin dema Efrîniyek daxwaza milkên xwe dike çeteyên Erdogan çi tînin serê wî?” hatibû weşandin, pê re wêneyekî ku şopên îşkenceyê li ser laşê şehîd Fereh El Dîn Mihemed Osman diyar dike, hatibû parvekirin.

Şehîdê Komkujiya Cindirêsê ji ber ku daxwaza mala xwe ya ku çeteyên Ehrar Şerqiyê dest danîbû ser kiribû, hatibû revandin û îşkence lê hatibû kirin.

Xizmekî şehîdên Komkujiya Cindirêsê da zanîn ku hemû ciwanên malbata "Pêşmerg" (malbata şehîdên komkujiyê) berê ji aliyê heman koma çeteyan ve hatibûn revandin û ji bo berdana wan pere hatibûn dayîn.

Çeteyên Ehrar Şerqiyê şeva Newrozê (20`ê Adarê) li navçeya Cindirêsê ji ber ku agirê Newrozê pê dixist, 4 welatiyên ji heman malbatê qetil kiribûn.

(cx)

ANHA