Rojnameyên erebî cih dan rol Rûsya ya nêzîkirina Enqere-Şamê

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, têkildarî nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de, fişarên li ser Başûrê Kurdistanê û rewşa Lîbyayê nivisîn.

Rojnameyên erebî cih dan rol Rûsya ya nêzîkirina Enqere-Şamê
27 adar, 2023   08:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivisî: “Peywendiyeke bi rêya telefonê di navbera serokê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn de, eşkere kir ku Moskov û Enqere li ser pêwîstiya domandina normalîzekirinê li hev kiriye.

Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Tirkiye tevî daxuyaniyên tund ên rejîma Esed jî dixwaze dan û standinên normalîzekirinê bidomîne. Her wiha diyar kirin ku Enqere li derfetan digere ku Rûsya û Îran garantiyan bidin wê, da ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 30 kîlometreyan ji sînorên wê dûr bixin û Enqere piştrast bibe ku hêzên rejîmê sînorên bi Tirkiyeyê re kontrol bikin. Lê di heman demê de dizane ku heta soza vekişandina hêzên xwe nede, ev daxwazên wê pêk nayên.

Enqere helwesteke cidî li hember şertê El Esed ku bi Erdogan re nacive heta ku ji Sûriyeyê venekişe, nîşan dabû. Her wiha careke din destnîşan kir ku operasyonên hêzên wê li derveyî sînorên wê dê berdewam bikin.”

‘BIRYARA TÊKILDARÎ PETROLA KURDISTANÊ FIŞARÊN LI SER HEWLÊRÊ DU QAT KIRIN’

Der barê rewşa Başûrê Kurdistanê de jî rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Gelek aliyên siyasî yên iraqî dibêjin ku biryara Desteya Dadwerî ya Navneteweyî ya têkildarî nakokiya Bexda û Enqereyê ya li ser hinartina petrola Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê, li ser rêveberên Kurdistanê fişarekê çêdike, nexasim di dan û standinên wan yên têkildarî dosyayên tevlîhev ên bi hikumeta federal re.

Li gorî heman aliyan, hêzên Çarçoveya Hemahengiyê ku sîwana siyasî ya hikumeta Mihemed Şiya Sûdanî ye, dê vê biryarê bi kar bîne ji bo ku fişarê li herêmê bike, da ku tawîzên din jê bigire.

Hikumeta Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî ji çend mehan ve bi hikumeta Sûdanî re di nava dan û standinanê de ye, ji bo ku nakokiyên di navbera her du aliyan de çareser bikin.

Piştî biryarê, serokatiya Herêma Kurdistanê got ihtîmal heye ku yekşemê hinartina petrolê careke din bi rêya boriya ber bi Bendera Ceyhanê dest pê bike.”

‘ALIYÊN LÎBYAYÎ JI BO RÊ LI PÊŞIYA WESAYETA BIYANÎ BIGIRIN, LI HEV KIR’

Girêdayî rojeva Lîbyayê rojnameya El Beyan wiha nivisî: “Serokê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê Ebdurezaq El Nazûrî duh dan û standinên li Terablusê bi rayedarên leşkerî yên herêma rojava re, di serî de serokê artêşa hikumeta El Wehda Mihemed El Hedad û endamên komîteya leşkerî ya hevbeş a 5+5, dan destpêkirin.

Çavkaniyan diyar kir ku piraniya aliyên hundirîn û derve êdî di wê baweriyê de ne ku gelek zehmet e hilbijartin li dar bikevin,ji ber ku saziyên leşkerî û ewlehiyê parçeyî ne. Serokê şandeya NY`yê Ebdullah Patîlî destnîşan kir ku li gel vê parçebûnê, gelek dijwar e hilbijartinên azad û durist pêk werin.

Patîlî got şêwirên li Terablusê dê kesayetên ji hemû aliyên têkildarî dan û standinên lidarxistina hilbijartinên ewle li hev kom bike. Di heman demê de analîzvanên lîbyayî destnîşan kirin ku rayedarên leşkerî hewl didin sînorên başûr biparêzin û şert û mercên guncaw ji bo lidarxistina hilbijartinan dabîn bikin li şûna ku xwe bispêrin fişarên derve.

Aliyên agahdar ji Misratayê eşkere kir ku serokên hikumetên hevrik, duh li hev civîne. Her wiha diyar kirin ku serokê hikumeta El Wehda El Wataniye Ebdulhemîd El Debîbe û serokê hikumeta ku parlamentoyê ava kiriye Fethî Başaxa, li Misratayê civînek li dar xistiye. Serokê hemleya Weqfet Uxuwe Riyad El Nako destnîşan kir ku El Debîbe û Başaxa li ser yekitiyê û rawestandina propagandayê li hev kiriye. Her wiha El Debîbe hiştiye ku hikumeta Başaxa ji bilî Terablusê li hemû herêman bigere.”

(şx)