​​​​​​​Hinartina petrola Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hat rawestandin

Piştî biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê, hat ragihandin ku hinartina petrola herêma Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hatiye rawestandin.

​​​​​​​Hinartina petrola Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyeyê re hat rawestandin
26 adar, 2023   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN 

Di 24’ê Adarê de Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê a Parîsê li ser dosya petrolê ku Iraqê serlêdan kiribû, Tirkiye û herêma Başûrê Kurdistanê mehkûm kir û biryar da ku bê Iraqê nabe ku Başûr petrolê bifiroşe Tirkiye.

Li gorî nûçeya malpera Argus a ku kar li ser enerjiyê dike, Iraqê jî bi fermî Tirkiye agahdarkiriye li ser dosyaya hinardekirina petrola xam a herêma Başûrê Kurdistanê ku bêyî Dadgeha Federal a Iraqê ji bo Tirkiye diçû, Dadgeha Navneteweyî ya Lihevanînê ya Odeya Bazirganiya Navneteweyî biryar da ku bêyî Iraqê petrol ji bo Tirkiye nayê firotin.

Her wiha hate ragihandin ku Tirkiye hatiye agahdarkirin ku êdî bê erêkirina Hikûmeta Federal a Iraqê rê nayê dayîn ku petrola Başûrê Kurdistanê  ji bo Bendera Ceyhan bê şandin.

Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Asim Cîhad ragihand ku cezayê 1.5 milyar dolarî ku Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê ya Parîsê li dijî Tirkiyê sepandiye, ne rêjeya ku Iraq dixwazeye. Berdevk got ku şandeya îro jî serdana Bexdayê bike, wê li ser mekanîzmeya nû ya hinartina petrola herêma Başûrê Kurdistanê gotubêj bike, ger lihevkirin çêbû wê bê ragihandin.

Asim Cîhad der barê rawestandina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê de jî dibêje; “Piştî Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê ya Parîsê biryar da ku bi rawestandina hinardekirina petrola herêma Kurdistanê, ji duh ve pertol ji herêma Kurdistanê bo derve nayê hinardekirin û hatiye rawestandin.

Dadgehê her wiha biryar da ku dewleta Tirk milyarek û 500 milyon dolar bide Iraqê, li ser vê jî Asim got; “Ev mîqtara hatî diyarkirin, ne wekhev e, ji ber ku Iraqê daxwaz zêdetir kiriye, ji ber vê yekê dê di pêşerojê de cezayên zêdetir hebinʹʹ.

Duh Wezareta Petrolê ya Iraqê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku ew pêşwazî li biryara Dadgeha Navneteweyî ya Lihevkirinê ya Parîsê dike.