Parêzer Bîlmez: Bi tecrîdê re neçareseriyê ferz dikin

Parêzer Îbrahîm Bîlmez diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan ev du sal in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike û wiha got: “Ev pirsgirêk, tenê pirsgirêka birêz Ocalan, malbat û parêzerên wî nîne. Bandora vê li Tirkiyeyê dibe. Lê em vê rewşê baş ji gel re venabêjin. Tecrîd, tê wateya neçareserkirina pirsgirêka Kurd.”

Parêzer Bîlmez: Bi tecrîdê re neçareseriyê ferz dikin
26 adar, 2023   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re (TDÎ) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, li Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê bi sernavê “Di înfazê de mafê wekhevî û hêviyê” sempozyûmek li dar xist. Rûniştina ewil a sempozyûmê bi sernavê “Di rejîma înfazê de cihêkarî” hate pêşkeşkirin û parêzer Jiyan Tosun moderatoriya wê kir. Parêzer Gulîzar Tuncer, Gul Altay û Îbrahîm Bîlmez jî weke axêver tev lê bûn.

Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî beriya rûniştinê axivî. Gulseren Yolerî, rapora sala 2022’yan a têkildarî binpêkirinên li girtîgehên Herêma Marmarayê bi bîr xist.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez mijara “Di Dijraberiya Rêgeza Wekheviyê de Sepanên Girtîgeha Girava Îmraliyê” nirxand. Bîlmez, diyar kir ku nêzî 20 salan parêzertiya Rêber Abdullah Ocalan kiriye û wiha got: “Di nava van 20 salan de min her tim hewl da Girtîgeha Îmraliyê û sepanên wê vebêjim. Lê ev girtîgeh hêj jî baş nehatiye fêmkirin. Derdorên muxalîf jî li pergala îmraliyê serwext nînin. Îmralî, li gorî pergala hiqûqî ya Tirkiyeyê nayê birêvebirin. Heta li gorî pergala tu welatan nayê birêvebirin. Bi pergaleke taybet tê birêvebirin.

Gelê Kurd, Abdullah Ocalan weke rêberê xwe dibîne. Di mijara pirsgirêka Kurd de jî aktoreke girîng e. Dewlet vê dizane û hay jê heye. Lewma roja anîn Îmraliyê heta niha her tim li pişt deriyên veşarî pê re hevdîtinê dikin. Di pêvajoya guftûgoyê de Abdullah Ocalan her tim ji dil tevgeriya lê dewlet ji dil nebû. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) jî Îmrali weke pergala îşkenceyê nirxand. Ji bo pêşîlêgirtina hevdîtinan, her tim cezayên disiplînê li miwekîlên me dibirin. Heta vê yekê ji me re nabêjin jî. Haya me piştre jê çêdibe. Van cezayên disiplînê, ji bo pêşîlêgirtina hevdîtinên bi malbat û parêzeran re didin. CPT’yê jî got ku hincetên van cezayan jêbawer nînin. Êdî kesek bi Tirkiyeyê bawer nake. Ev 2 sal in em ji miwekîlê xwe agahiyan nagirin. Ne malbat û parêzer û ne jî fax tên û diçin.

Ev 2 sal in ne malbat û ne jî parêz tu agahiyan ji birêz Ocalan nagirin. Ev pirsgirêk tenê pirsgirêka malbat û parêzerên wî nîne. Bandora vê li Tirkiyeyê jî dibe. Weke mînak; cezayekî bi navê muebbeta giran tune bû. Lê bi Abdullah Ocalan re anîn. Em nizanin bê ka îro li çend kesan hatiye birîn. Sererastkirina qanûnî ya ku hevdîtinên di navbera parêzer-miwekîlan de qeyd dike, ji Îmraliyê li tevahiya Tirkiyeyê belav bû. Her wiha aliyê siyasî jî heye. Neçareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Sepana tecrîdê ya li Îmraliyê tê wateya neçareserkirina pirsgirêka Kurd. Ev yek pir eşkere ye. Ev 20 sal in kengî tecrîd hinek sivik bibe û bi birêz Ocalan re hinek peywendî bên danîn, wê demê di mijara pirsgirêka Kurd de rewşeke erênî derdikeve holê. Xelkê Tirkiyeyê êdî nikare pariyeke nan bibe mala xwe. Em nikarin vê mijarê ji pirsgirêka Kurd cuda bibînin. Di şer de bi milyaran dolar tên xerckirin û aboriya Tirkiyeyê qels dibe. Gelo ma ev tespît tespîteke xelet e? Lê em ketin kêmasiyê ku me ev rewş baş ji gel re venegot. Ev yek di heman demê de berpirsyartiyeke.