​​​​​​​Li peravên Tunisê herî kêm 29 koçberan jiyana xwe ji dest dan

Hat ragihandin ku li peravên Tunisê gelek keştî noqî avê bû û herî kêm 29 koçberan jiyana xwe ji dest dane.

​​​​​​​Li peravên Tunisê herî kêm 29 koçberan jiyana xwe ji dest dan
26 adar, 2023   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî daxuyaniya yekîneyên ewlekariya peravê ya Tunisê, li peravên rojhilatê welêt 3 bûyerên cuda qewimî ne.

Hat ragihandin ku yekîneyên ewlekariya peravê 29 cenaze ditîne û 11 koçberan rizgar kirine.

Hat diyarkirin ku koçber ji Welatên Afrîkayayê ne.

Roja 23’ê Adarê jî hatibû ragihandin ku li peravên Tunisê keştiya ku koçber tê de bûn noqî avê bûye û 5 kesên bi eslê xwe ji Afrîkaya jiyana xwe ji dest dane û 28 kes jî winda bûne.