Senatoya Fransayê YPG û YPJ'ê xelat kirin

​​​​​​​Ji ber têkoşîna YPG û YPJ'ê ya li dijî DAIŞ'ê, Senatoya Fransayê berdevka YPJ'ê Rûksan Mihemed û berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd xelat kirin.

Senatoya Fransayê YPG û YPJ'ê xelat kirin
26 adar, 2023   14:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber têkoşîna Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ya li hemberî terora DAIŞʹê, Senatoya Fransayê  berdevka YPJ'ê Rûksan Mihemed û berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd xelat kirin.

Di pîrozbahiya Newrozê de ku Yekitiya Karsazên Kurd ên li Fransayê li dar xistibû de, Rûksan Mihemed û Nûrî Mehmûd ji aliyê endamê  Senatoya Fransayê  Xavier Écoville ve hatin xelatkirin.

Di merasîmê de şandeya Rêveberiya Xweser ya ku li Fransayê hevdîtinan dike, hejmareke senator û siyasetmendarên fransî beşdar bûn.

Di merasîmê de cejna Newrozê hat pîrozkirin û  behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrişên li dijî herêmê  hatin kirin.  Her wiha ji aliyên fransî û cîhanî hat xwestin ku piştgriyê bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Beşdaran bal kişand ser komkujiya şeva Newrozê (20'ê Adarê) ya li navçeya Cindirêsê û guhertina demografî ya ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên dagirkirî pêk tînin. Hate destnîşankirin ku rawestandina van sûcn û binpêkirinan berpirsiyariya hêzên navneteweyî ye.

Di merasîmê de şoreşa jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li dijî DAIŞ'ê û rola wan a di serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de hat silavkirin.

Di dawiya merasîmê de siyasetên qirkirinê yên ku li dijî gelan bi giştî û gelê Kurd bi taybetî tên meşandin û rêbazên têkbirina van siyasetan hatin nîqaşkirin.

(mh)

ANHA