Bereya Piştevaniya Bi Rojava re komkujiya li Cindirêsê şermezar kir

Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê re komkujiya li Cindirêsê şermezar kir û got: “Divê hêzên hevpeyman, welatên Rojava, hemû azadîxwaz piştgirî bide xelkê Rojavayê û komên ku Tirkiye piştgiriya wan dike derxîne.ʹʹ

Bereya Piştevaniya Bi Rojava re komkujiya li Cindirêsê şermezar kir
26 adar, 2023   13:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Navenda Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Silêmanî Bereya Piştevaniya bi Rojavayê Kurdistanê re li ser komkujiya Cindirêsê bi tevlîbûna dehan kesî û nûnerên saziyên Rojava û welatiyan daxuyaniyek da.

Bereya Piştevaniya Bi Rojavayê Kurdistanê li ser qetlîama Cindirêsê ya 20’ê Adarê ya Newrozê bang li welatparêzên Kurdistan, saziyên mafên mirovan ên navnetweyî, parlementoya Başûrê Kurdistanê, parlementoya Iraqê, hikumeta Federal a Iraq û hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê kir.

Daxuyanî ji aliyê çalakvanê siyasî Îbrahîm Mihemed ve hate xwendin. Mihemed komkujiya li Cindirêsê şermezar kir û piştevaniya xwe ya ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da.

Mihemed anî ziman ku şehîdkirina van çar welatiyên Kurd a li Cindirês a Efrîn a dagirkirî peyameke reş û tarî ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve ku piştgirî û hevkariyê dike ye û got: ʹʹJi ber ku dijmin û dagirker ji peyamên neteweyî, demokrasî û mirovahiyê ditirisn, rê nadin welatî li ser erdê xwe bijîn û rê nadin li taxa xwe jî agirê Newrozê dadin.

Mihemed bal kişand ser dijminahiya dewleta Tirk a zêdetirî 5 sal in piştî dagirkirina Efrînê û wiha domand: “Li Rojava û Efrîn rojane bûyerên kuştin, revandin û talanê tê kirin.

Li gorî rapora mafên mirovan, 300 hezar mal koç kirine. Ji derveyî guherîna demografî 400 hezar malên Ereb li mal û milkên Kurdan bicih bûne. Her wiha 500 mal ji Filistînê anîne. Zêdetirî 20 wargeh ji aliyê dewleta Tirk, Qeter û Kuwêt ve ji bo wan hatiye bicihkirin. Dîsa 64 dibistanên herêmên kurdî hatine hilweşandin. 50 hezar xwendekar ji xwendinê mane. Li gorî rapora mafên mirovan, di nava 5 salan de 8 hezar û 695 kesên sivîl hatine revndin, daristan û baxçe hatine birîn. Dîsa 372 hezar û 500 darên zeytûnê hatine birîn. 13,500 darên bi berhem hatine şewitandin. Zêdetirî 12 hezar zeviyên çandiniyê hatine dagirkirin, 75 navendên çandî û dîrokî hatine talankirin û wêrankirin.ʹʹ

Herî dawî Mihemed ev bang kir: “Êdî gelê Kurd vê rewşê qebûl nake, divê hêzên hevpeyman, welatên Rojava, hemû azadîxwaz piştgirî xwe ya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê nîşan bide. Ew komên ku Tirkiye piştevaniya wan dike ji wir derxînin.