Koçberên Cindirêsê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran ji Efrînê derxin

Koçberên Cindirêsê yên li Şehbayê bi çalakiyekê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran derxin.

Koçberên Cindirêsê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran ji Efrînê derxin
Koçberên Cindirêsê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran ji Efrînê derxin
Koçberên Cindirêsê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran ji Efrînê derxin
Koçberên Cindirêsê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran ji Efrînê derxin
Koçberên Cindirêsê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran ji Efrînê derxin
Koçberên Cindirêsê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran ji Efrînê derxin
Koçberên Cindirêsê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran ji Efrînê derxin
Koçberên Cindirêsê ji QSD û HRE′yê xwestin ku dagirkeran ji Efrînê derxin
26 adar, 2023   13:38
ŞEHBA

Koçberên ji navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê bi çalakiyekê komkujiya şeva Newrozê ya ku çeteyan li Cindirêsê pêk anîbûn, şermezar kir.

Bi sedan koçberên Efrînê bi taybet koçberên Cindirêsê û malbatên 4 şehîdan beşdarî çalakiyê bûn ku li naverasta Fafînê ya Şehbayê hat lidarxistin.

Koçberan şaxên zeytûnê û pankartên "Efrîn azad û dewleta Tirk derkeve derve" û"Dê Efrîn bi fedakariya şehîdan were rizgarkirin" hildan.

Koçberan diruşmên silavkirina berxwedana şêniyên Cindirêsê ya li dijî zilm û destpotiyê û silavkirina fedakariyên şehîdan, şermezarkirina bêdengiya hêzên navneteweyî û sûcên dewleta Tirk berz kirin. Her wiha diruşmên "Cindirêsê ne bi tenê ye" û "Şehîd namirin" berz kirin.

Xwendekara bi navê  Zîlan Seydo bi zimanê kurdî û mamoste Ebîr Hemade bi zimanê erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniya koçberan de ev tişt hate gotin:

"Ji 5 salan ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê dagir kiriye. Sûcên revandin, qetilkirin û dizînê yên li dijî niştecihên Efrînê bi dawî nebûne. Piştî erdhejê maska dewleta Tirk û çeteyên wê yên nijadperestiyê kete xwarê û eşkere bûn.

Armanca ji komkujiya ku çeteyên Ehrar El Şerqiye bi desteka MÎTʹê di şeva Newrozê de li Cindirêsê pêk anîbûn ew bû ku meşaleya Newrozê, meşaleya azadiyê vemire û rihê berxwedanê têk bibin, guhertina demgorafîk pêk bînin û herêmên ji niştecihên wê vala bikin. Di encamê de projeyên xwe yên mêtingeriyê pêk bînin û Efrînê bikin navenda terorê û dika pêkanîna sûcan. Lê gelê Efrînê êdî sûcên wan tehemûl nekir, li hemberî hovîtiya wan serî hildan û xwestin ku sûcdar û çete werin darizandin û komên terorîst ji Cindirêsê û Efrînê bi giştî werin derxistin.

Em bang li şêniyên me yên leheng ên Cindirêsê bi taybet Efrînê bi giştî dikin ku hişyar bin, neyên lîstokên îstîxbarata dewleta Tirk, çeteyên wê û ENKS′ê. Ji ber ew hewl didin hovîtiya sûcê sivik bikin û ji rêya wê ya rasteqîn derxin û li gorî armancên xwe yên partiyetê fînanse bikin.

Em bang li NY′yê, rêxistinên hiqûqî û mirovî dikin bi erkên xwe yên mirovî, exlaqî û qanûnî rabin, şêniyên Efrînê ji van komkujiyan biparêzin, ji bo derxistina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê bixebitin.

Di dawiyê de em bang li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), YPJ, YPG û HRE′yê dikin ku Efrînê ji qirêjiya dagirkeran rizgar bikin."

Çalakî bi diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û berxwedana şêniyên Cindirêsê bi dawî bû.

(fr)

ANHA