​​​​​​​Gelo dê Sûriye tev li lûtkeya erebî bibe?

Sekreterê Giştî yê alîkarê Yekîtiya Ereban Husam Zekî ragihand ku lûtkeya erebî 19`ê Gulanê li Erebistana Siûdî tê lidarxistin. Gelo dê Sûriye piştî 12 salan carek din beşdarî lûtkeyê bibe yan na?

​​​​​​​Gelo dê Sûriye tev li lûtkeya erebî bibe?
26 adar, 2023   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Şerq El Ewsat, Sekreterê Giştî yê alîkarê Yekîtiya Ereban Husam Zekî ragihand ku dê lûtkeya erebî ya 32`yemîn di dê 19`ê Gulanê de li Erebistana Siûdî bê lidarxistin.

Zekî eşkere kir ku beriya lidarxistina lûtkeyê, dê 5 rojan li ser asta rayedarên payebilind û wezîran civîn bên lidarxistin.

32`emîn lûtkeya erebî ligel axaftinên li ser vegera Sûriyeyê li Yekîtiya Ereban tê lidarxistin, ku ji destpêkirina aloziya Sûriyeyê di 2011`an de endamtiya Sûriyeyê di yekîtiyê de hatiye taloqkirin.

Li gorî biryareke ku wê demê hatibû dayîn, bang li dewletên Ereban hatibû kirin ku balyozên xwe ji Şamê vekişînin. Li ser wê yekê, gelek dewletan û di nav de Erebistana Siûdî balyozên xwe ji Şamê vekişandin.

Lê belê serdana şandeyeke Yekîtiya Parlamentoya Ereban ji bo Şamê ku ji serokên parlamentoyên gelek dewletên Ereban pêk hat, her wiha serdana wezîrên karên derve yê Misir û Urdinê ya ji bo Şamê, hêviyên vegera Sûriyeyê li Yekîtiya Ereban geş kirin.

(şx/cx)