Kanada: Tenê zarokên DAIŞ`î dikarin vegerin

Hate eşkerekirin ku hikumeta Kanadayê qebûl nekiriye ku jinên DAIŞ`î yên hemwelatiyên wê pêşwazî bike û şert daniye ku tenê zarok bên vegerandin.

Kanada: Tenê zarokên DAIŞ`î dikarin vegerin
26 adar, 2023   12:30
NAVENDA NUÇEYAN

Li gorî raporeke malpera CBC, Kanadayê ji bo vegera li welat bi 4 jinên DAIŞ′î re peywendî daniye, ew agahdar kirine ku divê ew bimînin û tenê zarokên xwe bişînin Kanadayê, yan jî zarokên xwe bi xwe re li kampê bihêlin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Berpirsên NY′yê gelek caran bang li dewletan kiribû ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ`î vegerînin û gotibûn ku malbatên DAIŞ`î yên tên ragirtin, eger li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimînin gefek mezintir çêdikin, ji ber ku ew çere dikarin birevin. Nexasim di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên dijî herêmê û mijûlbûna QSD`ê bi bersivdayîna wan êrişan re, îhtimala ku çete sûdê werbigirin û birevin zêdetir dibe.

(fr/cx)