Îranê zêdetirî 3 sal cezayê girtinê da aktîvîsteke jin

Dadgehek Îranê bi hinceta ku endama Jineolojiyê ye û dijberî desthilatê derketiye, 3 sal û 4 meh cezayê girtinê li aktîvîst Şîlan Kurdistanî birî.

Îranê zêdetirî 3 sal cezayê girtinê da aktîvîsteke jin
26 adar, 2023   12:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Kurdpa, şaxa yekem ya Dadgeha Şoreş ya li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, 3 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li aktîvîsta jin Şîlan Kurdistanî biriye.

Hêjayî gotinê ye Şîlan Kurdistanî di 23’yê Cotmeya 2022’yan de di xwepêşandanan de hatibû binçavkirin û piştre bi kefalet hatibû berdan.

(cx)