Li Cindirêsê piştî komkujiyê îşekence û revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Cindirêsê îşkence li welatiyekî kir û ew revand. Çeteyan her wiha nehişt ku welatî ji navenda Efrînê biçin Cindirêsê û piştgiriyê bidin malbata şehîdên Komkujiya Cindirêsê.

Li Cindirêsê piştî komkujiyê îşekence û revandin
22 adar, 2023   13:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, bi hinceta ku li wan dinihêrî, îşkence li welatiyekî kir, ew revand û bir cihekî nediyar.

Bendên kontrolê yên çeteyan ên li ser rêya Efrîn-Cindirêsê jî nehiştin ku welatiyên Kurd ên ku dixwestin piştgiriyê bidin xwepêşandana malbatên 4 şehîdên Komkujiya Cindirêsê, biçin Cindirêsê.

(cx)

ANHA