Amadekariyên misilmanan ên Remezanê

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava dorpêç û êrişan de, herêmên hikumeta Şam jî di nava krîza aborî de Remezanê pêşwazî dikin. Li Filistînê jî kolan hatine xemilandin û ronîkirin.

Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
Amadekariyên misilmanan ên Remezanê
22 adar, 2023   13:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Misliman li seranserê cîhanê xwe ji bo pêşwazîkirina meha Remezanê ku sibê dest pê dike, amade dikin.

Ji bo pêşwazîkirina Remezanê, sûk tijî dibin. Li Sûriyeyê ji ber daketina nirxê lîreya Sûriyeyê li hember dolar, kel û pel pir biha ne.

TEBQA

Welatiyên Tebqayê der barê mijarê de axivîn û destnîşan kir ku ji ber ku kel û pel biha ne, ew nikarin hemû pêdiviyên xwe bikirin. Welatiyan daxwaz kir ku sûkan kontrol bikin da ku rê li yekdestiya bazirganan bigirin.

Hevserokê Temwînê ya Tebqayê Îsa El Hesen da zanîn ku dê di Remezanê de dê li sûkan bigerin da ku bazirgan bi buhayan nelîzin.

KOBANÊ

Li Kobanê jî buhayên kel û pelan, bi taybet yê goşt bilind e. Ji ber vê yekê jî gelek malbat li şûna goşt, hin madeyên din dikirin.

Firoşkarên sebzeyan ên li Kobanê dibêjin êrişên dewleta Tirk a dagirker û kêmkirina ava çemê Firatê bandoreke neyînî li jiyana wan dike.

HELEB

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê jî ji ber dorpêça hikumeta Şamê û bilindbûna buhayan, tevgera şêniyan li sûkên her du taxan kêm e. Welatî dibêjin tiştê herî erzan nan e.

ŞAM

Li paytexta Sûriyeyê Şamê jî xelk nikare pêdiviyên xwe yên xwarinê bikire ku tê payîn buhayên wan di Remezanê de duqat bibe. Hikumeta Şamê jî hîna mijara bihabûnê paşguh dike û sûkan kontrol nake.

Ji lew re, xelk herî zêde debara xwe bi hewaleyên pereyan ên ji xizmên wan ên li derve tên, dike.

FILISTÎN

Li Filistînê jî, tax û kolanên Quds û Xezayê ji bo pêwşazîkirina Remezanê hatine xemilandin, koçeyên diçin Mizgefta El Eqsa jî bi rengên cuda hatine ronîkirin.

(cx)

ANHA