Serdana serokê Çînê ji bo Rûsyayê çawa hat şîrovekirin?

Li gorî raporên rojavayî, serdana serokê Çînê ji Rûsyayê re, di çarçoveya pêşvebirina têkiliyên siyasî û aborî de li dijî Amerîkayê pêk tê.

Serdana serokê Çînê ji bo Rûsyayê çawa hat şîrovekirin?
22 adar, 2023   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdana serokê Çînê ji Rûsyayê re bû rojeva gelek rojnameyên cîhanê û bandorên wê yên demkurt û demdirêj li ser her du welatan û cîhanê hatin nîqaşkirin.

Rojnameya The Wall Street Journal a Amerîkayê der barê mijarê de nivîsek parve kir û diyar kir ku serokê Çînê Xi Jinping û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn careke din îşaret bi kûrkirina têkiliyên siyasî û aborî yên her du welatan kir.

Xi Jinping di hevdîtina li Kremlînê de destnîşan kir ku baweriya siyasî di navbera Moskov û Pekînê de kûrttir dibe û berjewendiyên hevbeş zêdetir dibin.

Her wiha diyar kir ku ew têkiliyên bazirganî û darayî yên bi Rûsyayê re bi pêş bixin û got ew her demê ji aştî û diyalogê re amade ne.

Rojnameyê diyar kir ku tê pêşbînkirin ku serokê Çînê piştî serdana xwe ya Moskovê, cara yekê peywendiya telefonê bi serokê Ukraynayê Volodimîr Zelensky re deyne.

Berdevkê Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Amerîkayê John Kirby jî anî ziman ku Çîn der barê şerê Rûsya-Ukraynayê de heman propagandaya Rûsyayê dubare dike û got: “Civîna îro li dar ketiye, nayê wateya ku şer wê di demeke nêz de bi dawî bibe.”

Li gorî rojnameyê, xurtkirina têkiliyên Rûsya-Çînê ji bo welatên rojavayî ku her du aliyan wekî dijberên Amerîka û hevalbendên wê dihesibînin, sedema fikarên mezin e.

Lêkolînerê kar û barên Çînê Jacob Yakubovsky jî got serdana Xi Jinping dostaniya Rûsya-Çînê û rewakirina Pûtîn nîşan dide û got: “Rumxî şaşiya mezin ku Pûtîn sala borî kiriye jî, lê belê hê jî naxwaze wî ji dest bide.”

Rojnameya Financial Times a Brîtanyayê jî diyar kir ku têkiliyên aborî yên bi pêş dikevin, rojeva hevdîtina Pûtîn û Jinping a duh li Kremlînê bû, ev yek jî nîşan dide ku Moskov piştî ji welatên rojavayî qut bûye, bi awayekî mezin giraniya xwe dide ser Çînê.

Li gorî heman rojnameyê, rojeva herî germ a duh hatiye nîqaşkirin, xeta gazê ya “Sîberya 2” ye.

(cx)