​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li kantona Girê Spî revand

Çavkaniyekî xwecih li kantona Girê Spî ya dagirkirî eşkere kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li kantonê revandiye.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li kantona Girê Spî revand
21 adar, 2023   20:48
EYN ÎSA

Heman çavkanî da zanîn komeke çeteyên Ehrar El Şerqiye yên dewleta  Tirk a dagirker vê êvarê ser gundê Zêbeqiye yê kantona Girê Spî de girt û welatiyê bi navê Mihemed Elî Osman ber bi cihekî ne diyar ve revand.

Çavkanî bi bîr xistin ku heta niha û tevî hewldanên malbatê hîna ne diyar e.

Revandin rêbazeke ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker jê pere bi dest dixin. Çete li beramber serbestberdana kesên revandî, pere ji malbatên wan dixwazin.

(şx)

ANHA