Ji Newroza 2023`yan a li Sûriyeyê çend têbînî

Di pîrozbahiyên Newroza 2023`yan ên li Sûriyeyê de gelek peyam hatin dayîn. Hinek peyam bi rêya axaftinan, hinek bi dirûşm û sembolan, hinek jî li cihê ku pîrozbahî lê hatî lidarxistin, hatin nîşandan.

22 adar, 2023   07:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Heleb û Şamê di pîrozbahiyên Newroza 2023`yan de careke din pabendiya xwe ya kûr bi Rêber Abdullah Ocalan re û israra pêxistina agirê Newrozê nîşan da û diyar kir ku Newroz azadiya li dijî zilm û zordestiyê ji bo tevahî gelan e.

Duh (21`ê Adarê) bi sed hezaran Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez û Tirkmenan li 11 navendên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Newroz pîroz kir. Li paytexta Sûriye Şamê jî Newroz hat pîrozkirin.

Ji saetên serê sibehê de bi hezaran welatî bi erebeyan, hinek jî bi meşê, tevî rewşa sar a hawayê berê xwe da cihên pîrozbahiyan.

Di serî de jin, mêr, ciwan, kal û pîr bi cil û bergên neteweyî ber bi qadên Newrozê ve herikîn.

Wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ, TEV-DEM’, her wiha rengên cilên neteweyî, dîmenê Newroza Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Şamê kir yek.

Dirûşmên ku bi pêxistina agirê Newrozê re hatine berzkirin, sloganên ku di pîrozbahiyan de bê navber hatin avêtin ên mîna “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bimire dagirkerî”, armanca beşdaran nîşan da. Her pîrozbahiyek jî xwedî taybetiyek, xwedî nîşaneyek bû.

Em ji Reqayê dest pê bikin; Newroza Reqayê bi beşdarbûna berfireh a pêkhateya Ereb bal kişand. Ew yek ji beşdarbûna ciwanên eşîrên Ereban ên li Reqayê bi hespên esîl diyar bû û dîmenê jiyana hevbeş û biratiya di navbera pêkhateyên herêmê de bi zelalî nîşan da.

Newroza Şehbayê jî navenda kombûna şêniyên Efrînê yên bi darê zorê ji warê xwe hatine koçberkirin, bû. Efrîniyan carek din girêdana xwe bi axa xwe re nîşan da û îsbat kirin ku îradeya wan ji dagirkeriyê mezintir e. Cihê Newrozê tenê bi sedan metreyan dûrî baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bû, ruxmî wê jî bi deh hezaran kes beşdar bûn.

Di pîrozbahiya Şehbayê de peyama Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ya soza berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û rizgarkirina Efrînê, taybetiyek da pîrozbahiyê.

Newroza Helebê; bi taybet ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku di dorpêça hikumeta Şamê de ne, ruxmî karesatek erdhejê jî ku zirarek mezin da her du taxan jî, bi deh hezaran kesî Newroz pîroz kir.

Tevlêbûna hejmareke mezin ji taxên din ên Helebê jî ev peyam da; “çi qas pergal êrişên xwe dijwar bikin jî, dê gel serî hildin û komployên li dijî wan ên mîna dorpêçê û hwd pûç bikin.”

Li warê Arîn Mîrkan Kobanê îsal meşaleya Newrozê bi destê dayika şehîdê QSD`ê Andok ê bi eslê xwe ji Almanyayê ye û sala 2019`an di êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser herêma Serêkaniyê de şehîd bûbû, hat pêxistin. Meşaleya Newrozê tenê çend metreyan dûrî baregehên Tirkiyeyê, bi beşdariya bi dehan malbatên ereb ên ji seranserê herêma Firatê, hat gurkirin.

Li ser girê Miştenûrê ku li hember deşta Sirûcê û Bakurê Kurdistanê ye, bi deh hezaran xelkê herêma Firatê Newroza 2023`yan bi dirûşma “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” pîroz kir.

Li ser bircê Miştenûrê ku beriya 4 mehan ji aliyê 4 balafirên şer ên Tirkiyeyê ve hatibû bombekirin, posterekî mezin ê Rêber Abdullah Ocalan hat vekirin. Di nava şahiyê de de jî bi hezaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û daxwaza azadiya wî ya fîzîkî hat kirin.

Li seranserê cografiya di navbera herdu kantonên Qamişlo û Heskeê yên herêma Cizîrê de jî, girseya gel li 7 navendan Newroz pîroz kir. Pêkhateyên herêmê ku li hev kom bibûn, mûzayîkek xweş çêkirin. Di peyamên beşdarên şahiyan de hat destnîşankirin ku êrişên dewleta Tirk a dagirker û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û komployên li djiî Rêveberiya Xweser, dê wan ji berxwedan û têkoşînê nedin alî.

Li paytexa Sûriye Şamê jî, armancên bi hezaran beşdarên pîrozbahiya Newrozê ji armancên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne cuda bûn. Di Newroza li Stada Feyhaa hatibû lidarxistin de, dirûşmya “Bi rihê berxwedana Newrozê em ê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin” berz bû.

Ruxmî tedbîrên hişk ên hêzên hikumeta Şamê jî û hewldanên wan ên bi salan beriya 2011`an ku pîrozbahiyên Newrozê qedexe bikin, îsal beşdarên şahiyan wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û al û sembolên kurdî bilind kirin, cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kirin.

(cx)

ANHA