Li Japonyayê Newroz hate pîrozkirin

Kurdên li Tokyoyê paytexta Japonyayê û dostên wan ên Japon, Newroz bi hev re pîroz kir.

Li Japonyayê Newroz hate pîrozkirin
21 adar, 2023   16:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Parka Akîgaseyê ku nêzî Tokyoyê ye, Newroz hat pîrozkirin. Bi hezaran kes tev li pîrozbahiyê bûn.

Kurd û dostên wan ên Japon tev li pîrozbahiyê bûn, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar peyamek şand. Hevserokê PYD’ê Salih Mislim jî bi rêya internetê beşdar bû.

3 salên dawîn, ji ber nexweşiya Covîd 19’ê Newroz nedihat pîrozkirin. Ji çar aliyên Kurdistanê kes tev li pîrozbahiyê bûn. Banga piştevaniyê bi mexdûrên erdhejê re hat kirin.

Koma Dengê Jinên Japonyayê ku ji hunermendên Japon û Kurd pêkhatî jî, tev li pîrozbahiyê bû.