Şehîdên Newrozê hatin oxirkirin

Bi hezaran kesî şehîdên Newrozê yên ku şevê din ji aliyê dagirkeran ve li Cindirêsê hatibûn qetilkirin, di nava dirûşmên rizgarkirina Efrînê û qewitandina dagirkeran de veşartin.

Şehîdên Newrozê hatin oxirkirin
21 adar, 2023   13:16
NAVENDA NUÇEYAN

Duh bi şev çeteyên “Ehrar Şerqiye” yên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve, li navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî li dijî welatiyên ku agirê Newrozê pê dixist, komkujî kir. Di komkujiyê de 4 kesên ji heman malbatê şehîd bûn.

Navên şehîdan wiha ne: Ferhan El Dîn Mihemed Osman (43), Nezmî Osman (38), Mihemed Fereh El Dîn Osman (18), Mihemed Mihemed Osman (42).

Ji bo oxirkirina şehîdan, ji saetên sibehê de bi hezaran welatiyên Cindirêsê û gund û navçeyên din ên Efrînê li navenda navçeya Cindirêsê kom bûn.

Piştî ku cenazeyên şehîdan ji bajarokê Atmê yê Idlibê gihaştin Cindirêsê, ji aliyê girseya gel ve hatin pêşwazîkirin.

Girseya gel bê navber li dijî çete û dagirkeran dirûşmên “Çekdar derve derve, ji bo Efrînê azadî” qîr kirin.

Her wiha pankertên “Efrîn, Efrîna Kurdan e”, “5 salên zilmê û guhertina demografiyê”, wêneyên her çar şehîdan û şaxên zeytûnê hatin bilindkirin û îşaretên serkeftinê hatin çêkirin.

Di wê navberê de axaftin hatin kirin. Di axaftinan de komkujî hat şermerzarkirin û hat destnîşankirin ku Efrîn bi çand û gelê xwe herêmeke Kurdan e û dê her tim ya Kurdan be.

Çeteyan gule berdan hewa û hewl dan welatiyan belav bikin.

Lê ruxmî wê jî gel bi hêrs ber bi goristana li navçeyê ve meşiya û li wir cenazeyên şehîdan di nava dirûşmên “Ey şehîd xwîna te li erdê namîne”, “Şehîd Namirin” de veşartin.

(cx)

ANHA