Bafil Talebanî ji Newroza Amedê re peyam şand: Rêberên me berdin

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî peyamek ji pîrozbahiya Newroza Amedê re şand û got “Ez bang li hemû welatên me yên cîran dikim ku hemû rêberên me û siyasetmedarên me berdin.”

Bafil Talebanî ji Newroza Amedê re peyam şand: Rêberên me berdin
21 adar, 2023   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Giştî yê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî peyameke bidîmen şand pîrozbahiya Newroza Amedê.

Peyama Bafîl Talabanî wiha ye:

“Rojbaş xwişk û birayên delal, Newroza we pîroz be, Newroza we hemû zarok û ciwanan jî pîroz be.

Înşela ev sal bibe ew sala ku hemû Kurd bi hev re tev bigerin. Em ê pirsgirêkên xwe bidin aliyekê û bi yekitî ji bo berjewendiyên gelê xwe bi hev re mil bi mil tê bikoşin. 

Ez bang li hemû welatên me yên cîran dikim ku ew siyasetmedarên me berdin, hemû rêberên me berdin, destûrê bidin ku mirov serdana wan bikin, bijîşk û parêzerên wan biçin xizmeta wan. Dilê me bi wan malbatan re ye ku di bobelata erdhejê de hemû xizm, xwişk û bira, dê û bavên xwe winda kirin. 

Bi piştevaniya we em ê zextê li partiyan bikin ku berjewendiyên gelê me bidin pêşiya xwe. Careke din gelekî spas.

Bijî Kurd û Kurdistan, yan Kurdistan yan neman.”