Li Amedê coşa Newrozê

Gelê Amedê bû lehî û ber bi qada Newrozê ve herikî. Di pîrozbahiyê de hate gotin “Em Newroza hevrêyên me Denîz Poyraz û Nagihan Akarsel pîroz dikin.”

Li Amedê coşa Newrozê
21 adar, 2023   09:36
AMED

Newroza îsal ku bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” tê pîrozkirin û diyarî qurbaniyên erdheja Mereşê hate kirin.

Fînala Newroza îsal li Amedê tê pîrozkirin. Pîrozbahî, li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin.

Li qada Newrozê posterê Jîna Emînî ku ji hêla rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Bi tayê porê Jîna Emînî, em ê tekoşîna jinê bilintir bikin” û posterê Kemal Kurkut ku di Newroza 2017’an Amedê ji hêla polîsan ve hatibû qetilkirin ê bi nivîsa “Kemal Kurkut nemir e” hatin daliqandin.

POLÎSAN NEKARÎ XWE BIGIHÎNIN CIWANAN

Polîsên dewleta Tirk di Newroza par de ketibûn nava hewldanên provakasyonê û îsal jî di navbera dikê û qada Newrozê de bi bilindahiya 5 metreyan têla dirêhî bi cih kir. Ciwan ku bi pankartên xwe derketin ser telan û polîsan hewl da mudaxeleyî ciwanan bikin lê nekarîn xwe bigihînin ciwanan.

DAXWAZA AZADIYA RÊBER OCALAN

Hêrs û kîna li hemberî tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan li qada Newrozê derket lûtkeyê. Jin û ciwanên ku qada Newrozê tijî kirin, bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin.

Bernameya Newrozê ku bi daxwaza azadiya rêber Abdullah Ocalan tê lidarxistin, dest pê kir.

Pêşkêşiya pîrozbahiyê jî hunermend Devrîm Demîr û lîstikvanê şanoyê Ozcan Ateş dikin.

Seroka Komîteya Amadekar a Newroza Amedê û hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy li qada Newrozê bi zaravayên kirmanckî û kurmancî Newroz pîroz kir û wiha got: “Ez Newroza rêhevalên me Denîz Poyraz û Nagihan Akarsel pîroz dikim.”