Ji çar aliyên Kurdistanê bi hezaran kes li Qendîlê Newrozê pîroz dikin

Li Qendîlê bi beşdarbûna bi hezaran kesî Newroza 2023’yan tevî baranê û hawaya sar jî, bi coşek mezin dest pê kir.

Ji çar aliyên Kurdistanê bi hezaran kes li Qendîlê Newrozê pîroz dikin
21 adar, 2023   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi tevlîbûna hezaran kesî yên ji çar aliyên Kurdistanê Newroza 2023’yan a Qendîlê bi dirûşma ‘Bi xurtkirina têkoşînê Peymana Sedsalî tine dikin û Kurdistanê diparêzin’ bi coş dest pê kir.

Ji duh ve bi hezaran kesî yên ji Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dane Qendîlê ji bo pîrozkirina Newrozê.

Duh bi şev ciwanan bi meşeke meşaleyî agirê Newrozê pê xisitibû û îro jî Newrozê dest pê kir.

Qada Newrozê bi wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, alên PKK, KJK, PAJK,HPG, YJA Star, KCK li qadê hatibûn daliqandin.

Newroz bi deqeyek rêzgirtinê û pêxistina agirê Newrozê ya ji aliyê malbatên şehîdan ve dest pê kir.

Niha Koma Şehîd Serhet li ser dikê stran distire.

Dê di pîrozbahiyê de peyamên KCK, KJK û Tevgera Azadî bên xwendin.

Di bernameya Newrozê de Koma Mûzîkê ya Mexmûr, Koma Awazên Çiya, Koma Mûzîkê ya Ajwan her wiha hunermendên bi navê Luqman Selîm, Firmêsk, Adil Hewramî, Jîna Saqizî û Ehmed Sengawî derdikevin ser dikê û hunera xwe pêşkêş dikin.

Newroz bi coş didome.

(cx)