​​​​​​​Di pîrozbahiya li Kobanê de banga berxwedan û yekitiyê

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Kobanê de banga xurtkirina berxwedanê hat kirin û hat gotin "Em ê Newrozê îsal a berxwedanê veguherînin yekitî û bidawîkirina zilm û komkujiyan."

​​​​​​​Di pîrozbahiya li Kobanê de banga berxwedan û yekitiyê
21 adar, 2023   09:38
KOBANÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya li ser girê Miştenûr ê Kobanê dewam dike. Piştî pêxistina meşaleya Newrozê û deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî. Mihemed Şahîn cejna Newrozê li pêkhateyên herêma Firatê, Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd û gerîlayên azadiyê pîroz kir. Her wiha piştgiriya xwe bi serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê anî ziman.

Mihemed Şahîn got: "Beriya hezarên salan gelên Rojhilata Navîn bûn yek û bi pêşengiya Kawayê Hesinkar  împratoriya herî zalim têk bir. Di hewldanên me yên pêkanîna azadî û şikandina qeydên koletiyê de Kawayê Hesinkar pêşeng e."

Şahîn di dewama axaftina xwe de got: "Bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk dê Newroz ji tevahî mirovahiyê û gelên cîhanê re bikin çandek.”

Di pîrozbahiyê de hevseroka TEV-DEMʹê Rûken Ehmed jî axivî. Rûken Ehmed got: “Newoza Azadî, aştî, û biratiya gelan li Rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên azadiyê yên ku derban li dewleta Tirk a dagirker dixin û şervanên azadiyê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerê DAIŞʹê dikin, pîroz be. Gelê me wê teslîm nebe. Berxwedan berdewam e. Çawa Mazlûm Dogan û hevalên wê li dijî dehakê wê demê li ber xwe dan, ev berxwedan hîna berdewam e."

Rûken Ehmed her wiha got: "Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna azadiyê ji gelê xwe re teslîm nebû. Ji 24 salan ve di girtîgehê de û girtîgeha Îmraliyê ji bo mirovahiyê kir dibistanek. Di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de xwestin civaka azad tune bikin, lê Rêbertî biryaradomandina meşa azadiyê da û Îmralî kir dibistaneke. Berxwedana li ser xeta Rêbertiyê dewam dike."

Hevseroka TEV-DEMʹê di dawiya axaftina xwe de banga xurtkirina têkoşînê kir û got: "Em ê Newroza berxwedanê veguherînin Newroza yekitî, bidawîkirina zilm û komkujiyan. Divê em berxwedanê berdewam bikin heta ku em azadiya gelê xwe mîsoger bikin û dagirkeran têk bibin."

Dayika şehîd Andok, Ute Gedig kêfxweşiya xwe anî ziman ji ber hatiye Rojava û got şehîd Andok îsbat kir ku şoreşa Rojava û ramanên Rêber Abdullah Ocalan dozeke mirovî ne.

Andok şervaneke enternasyonalîst a ji Almanyayê ye. Andok şervanekî QSDʹê bû, di êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Serêkaniyê yên sala 2019ʹan de şehîd bû.

Pîrozbahî bi çalakiyên hunerî yên komên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dewam dike.

(bb)

ANHA