Li 9 bajarên Bakur agirê Newrozê tê hilkirin

Li 9 bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanç bi dirûşma “Her der Newroz, her dem azadî” Newroz tê pîrozkirin.

Li 9 bajarên Bakur agirê Newrozê tê hilkirin
21 adar, 2023   09:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Fînala Newrozê li Bakurê Kurdistanê îsal ku diyarî qurbaniyên erdhejê hate kirin, li 9 navend û navçeyan tê lidarxistin.

Li Amed, Cizîr, Nisêbîn, Panos, Bazîd, Cîhanbeylî, Çanakkale, Bandirma û Golanê bi dirûşmên “Her der Newroz, her dem azadî” û “Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve” agirê Newrozê hate vêxistin.

AMED

Gelê Amedê bû lehî û ber bi qada Newrozê ve herikî. Pîrozbahiya Newrozê piştî deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

NISÊBÎN

Li Newroza Nisêbînê, welatî bi cil û bergên xwe yên netewî diherikin qadê. Xelkê Nisêbînê, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Newrozê” Newrozê pêşwazî dike.

CIZÎR

Yek ji navendên ku pîrozbahiya Newrozê ya fînalê lê tê kirin jî Cizîra Botan e. Pîrozbahî li Qada Newrozê ya li taxa Banê Xanê tê kirin. Ji navenda Şirnexê, ji navçeyên Silopiya, Hezex, Qileban, Elkê û Basayê welatî di saetên serê sibehê de hatin qada Newrozê. Bi hatina gelê Cizîra Botan re qada Newrozê her ku diçe tije dibe. Ji du milan ve welatî tên qadê.

BAZÎD

Gelek kes ji saetên serê sibehê ve li pêşiya avahiya HDP’a Bazîdê kom bûn û ber bi qada Newrozê ve meşeke bi meşaleyî li dar xistin.