Ji HREʹyê peyama Newrozê

Fermandariya HREʹê bi peyamekê Newroz pîroz kir û diyar kir, “Wek rêhevalên Kawayên hemdem, heta azadiya Rêbertî û rizgarkirina Efrînê em ê li dijî qirkirinên hov têkoşîneke bêhempa bimeşînin.”

Ji HREʹyê peyama Newrozê
21 adar, 2023   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Di Neworza Şehbayê de peyama Fermandariya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hat xwendin.

Di peyamê de ev tişt hatin gotin:

Ji Kawayê hesinkar heta Mazlûm Doganê hemdem, Ji Zekiye Alkan heta Rahşan Demirel, Ji Berîvan heta Ronahî, Ji Karker heta Avesta û heta dawî Sara û Rûkenê ku bi fedaîtî gule li dilê dijmin reşandin.

Agirê serhildan û azadîya serhildêrên Kurdistanê tu carî namire. Kawayên hemdem ên ku şopdarên Rêber Apo, Mazlûm, Egîd, Zekiye û Çaran in, li çiyayên azad bi taybetî Zapê li hemberî dijmin bedena xwe kirin mertal û mirinê têk birin. Şervanên azadiyê yên ku tirsê dixin dilê dijmin, êdî bûne temînata Kurdistanê û careke din dehaqên zalim têk dibin. Weke rêhevalên kawayên hemdem, em ê weke şervanên azadiyê yên Efrînê, li gorî sond û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re, heta azadiya Rêbertî û rizgarkirina Efrînê pêşkêşî gelê xwe yê welatparêz bikin, em ê li dijî qirkirinên hov têkoşîneke bê hempa bimeşînin.

 Meşaleya serhildêran wê her tim rêya gelê birûmet ronî bike. Li ser vê bingehê em Newroza hemû şehîdên şoreşê, gelê Kurd ê welatparêz û hemû hevrêyan di serî de Rêber Apo ku sedema hebûna me ye pîroz dikin. Newroza we pîroz be."

(bb)