​​​​​​​Li Bakûr peyamên Newroza îro: Navnîşan Îmralî ye em ê bi berxwedanê biser bikevin 

Di pîrozbahiyên Newrozê yên ku îro li 7 navendên Bakûrê Kurdistanê hatin lidarxistin de, peyamên hevpar ev bûn: “Navnîşana çareseriyê Îmralî ye, em ê bi berxwedanê biser bikevin”.

​​​​​​​Li Bakûr peyamên Newroza îro: Navnîşan Îmralî ye em ê bi berxwedanê biser bikevin 
20 adar, 2023   11:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Bakûrê Kurdistanê pîrozbahiyê yên bi dirûşmeyên "Her der Newroz, her dem azadî" û "Azadî ji bo Ocalan” tên lidarxistin îro li Colemêrg, Agirî, Qers, Erdexan, navçeya Dep (Karakoçan) a Elezîzê, navçeya Milazgir a Muşê û navçeya Qereyazî ya Erzurumê dom kirin.

Di pîrozbahiyan tiştên ku herî zêde bal kişandin tevlîbûna zêde ya jin û ciwanan, dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Emê bi berxwedanê biser bikevin”, “AKP diz e”, “Tayyip îstifa” û xwendina sirûda “Çerxa Şoreşê” bû.

Newroza Colemêrgê bi tevlibûna bi hezaran kesan hate pîrozkirin. Newroz, li quntarê Çiyayê Simbî li Otogara bajar hate pîrozkirin. Qada Newrozê bi alayên HDP û Partiya Çep a Kesk hatibû xemilandin. Li gel navenda bajar, her wiha bi sedan kes ji gund û navçeyan berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Gelemperiya welatiyan cil û bergên kurdî li xwe kiribûn. Hinek esnafan jî ji bo pîrozbahiyê derabeyên dikanên xwe venekirin. Peywirdarên Newrozê ji bo qurbaniyên erdheja Mereşê, cilên reş li xwe kiribûn. 

Axaftinên hatin kirin jî tevahî têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan, girîngiya têkoşîna azadiyê û berxwedanê bûn. Di axaftinan de hat destnîşan kirin ku dê bi bilindkirina têkoşînê hesaba tecrîdê were birsîn û hat gotin: “Gelê Kurd tu carî serî netewandiye û natewîne. Emê zordaran têk bibin”. Bal hat kişandin ku tekane navnîşana çareseriya pirsgirêka Kurd Îmraliye û hat destnîşankirin ku bi berxwedan û bilindkirina têkoşînê wê tecrîd bê bidawîkirin, serkeftin were bidestxistin. Hat diyarkirin ku Newroz roja hesab pirsînê ye, lewra divê yekîtiya newetî bê bihêzkirin û hesab ji zordaran were pirsîn.

Di tevahiya axaftinan de hat gotin ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê desthilatdariya faşîst bê hilweşandin.

Pîrozbahî bi muzîkê bidawî bûn.