​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-3-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-3-2023
19 adar, 2023   23:00

Şêniyên kantona Qamişlo şeva Newrozê mûm li ser gorên şehîdan li Goristana Şehîd Delîl Saroxan vêdixin saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên bajarokê Til Bîd ê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê Cejna Newrozê pîroz dikin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

MSD`ê li Hesekê agirê Newrozê li navenda xwe ya li taxa Umran dadide saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Tevî dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û kantona Şehbayê, dîsa jî hêvî bi Newrozê re nû dibin. Şênî xwe ji bo pîrozkirina Newrozê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em dê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin", amade dikin.

Welatiyên ji Reqayê bûyerên êrişa hêzên ewlehiyê li dijî sivîlan di Newroza 2010`an de bi bîr xistin ku di encamê de welatiyek şehîd bûn û bi dehan birîndar bûn. Welatiyan destnîşan kir ku ew roj rojeke reş e û ew dê di rûpelên dîrokê de bê nivîsîn.

RAPOR

Di encama erdheja 6'ê Sibatê û dorpêça li ser kantona Şehbayê de barê nexweşxaneya Avrîn girantir dibe.

DOSYA

“Rêwîtiya gelekî bi heyecan û mîna ya dînan li Enqereyê di Newroza sala 1973’an de li keviyên Bendava Çûbûkê dest pê kir û bi navê PKK’ê bi encam bû. Bi vî awayî me xwe weke kesên namûsa xwe rizgar kirî dihesiband. Ma ji vê mezintir hedef hebû? Berxwedana zindana Amedê, tijekirina qadên Newrozê şerên rûmetê bûn”

JIN

Bi hatina Cejna Newrozê re, jinên Kurd dest bi dirtûna cil û bergên folklorî kirin. Ev yek girêdana wan a bi çand û mîrateya wan nîşan dide.

CIVAK Û JIYAN

Ji ber domdandina lehiyan ber bi Çemê Firatê ve, zedetirî 100 hezar donim genim di bin nava lehiyan de ma. Bi dehan pire û ebar hilweşiyan. Komîteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan û Komîteya Çandiniyê hewl didin ku alîkariya cotkaran bikin heta ku lehî radiweste.

ANHA