Şêxmeqsûd û Eşrefiye wê di dorpêçê de Newrozê pîroz bikin

Tevî dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê û kantona Şehbayê, dîsa jî hêvî bi Newrozê re nû dibin. Şênî xwe ji bo pîrozkirina Newrozê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em dê Rêber Apo azad bikin û dagirkeriyê têk bibin", amade dikin.

20 adar, 2023   03:23
HELEB – NISRÎN ŞÊXO

Tevî dorpêça li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye, dîsa jî şêniyên herdu taxan amadekariya pîrozkirina cejna Newrozê dikin ku wek roja têkbirina bindestî û zordestiyê tê naskirin.

Komîteya Amadekar a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û Şaredariya Gel ji 10'ê vê Adarê ve dest bi amadekirina cihê Newrozê yê li herêma Şiqeyif a bakurê taxa Şêxmeqsûdê, kiriye.

Komîteyê kolanên taxê û qadên sereke bi al, pankart û wêneyên Newrozê xemilandin, her wiha diyar kir ku şahiya Newrozê ya 21'ê Adarê dê saet 10'ê sibê heta 3'yê êvarê bidome.

Bernameya şahiyê wiha ye: "Dayîna peyaman, pêşkêşkirina stranên folklorî û şoreşgerî ji aliyê Koma Çiyayê Hawarê, Koma Agirî, Koma Şehîd Cûdî Amanos a Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, Koma Şehîd Vejîn a Navenda Hîlala Zêrîn ve, her wiha pêşkêşkirina govendan ji aliyê Koma Şehîd Ronahî û Koma Şehîd Serhed ve."

Li Şehbayê jî bi heman boneyê deverên cuda yên kantonê bi al û pankartan hatin xemilandin, ku şahiya Newrozê dê li gundê Elûşê yê navçeya Ehdas di 21'ê Adarê de were lidarxistin.

Komîteya Amadekar diyar kir ku şahî dê ji saet 11:00`an sibê heta 3:00`an ber êvarê bidome.

Di şahiyê de ji bilî dayîna peyaman dê Koma Çiyayê Kurmênc, Koma Veger, Koma Şehîd Berçem, Koma Kevneşopî û Koma Şehîd Dilşêr beşdar bibin.

Di çarçoveya tedbîrgirtinên ewlehiyê de jî, Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê bi daxuyaniyekê bang li şêniyan kir ku ji kombûnên nerêxistinkirî dûr bikevin û tevgera motorsîklêtan ji roja yekşemê heta sêşema bê qedexe kir, her wiha ketin û derketina erebeyên barhilgir û sahrîcên mezin û erebeyên reşkirî ji taxê qedexe kir.

(mh/şx)

ANHA