Agirê Newrozê li Minbicê hate dadan

Şêniyên Minbicê agirê Newrozê bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Newrozê dê Rêber Abdullah Ocalan azad bikin û dagirkeriyê tune bikin” dada.

Agirê Newrozê li Minbicê hate dadan
19 adar, 2023   19:59
MINBIC

Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê agirê yekemîn a Newrozê li bajêr dada. Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Tevgera Ciwanên Şoreşger û bi dehan şênî li qada giştî ya bajêr kom bûn.

Beşdaran agirê Newroza 2023`yan dada. Piştre berkevka Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê Xedîce Cuma axivî û Newroz li Rêber Abdullah Ocalan, şervanên azadiyê, gelên herêmê pîroz kir û got: “Em Newrozê li jinên cîhanê pîroz dikin. Newroz, newroza azadiyê ye ku bingeha têkoşîna li dijî zulmê û koletiyê bû. Cejna şoreşa jinan û xilasiya wê ji bindestiyê ye. Em dê hemleya dê azadî biserkeve bi dirûşma Jin, jiyan azadî li dar bixin ji ber ku jin bingeha têkoşîna şoreşa me ye.”

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a MInbicê Sîham Hemo jî got Newroz roja nû ya xilasiya ji zordestiyê û bindestiyê ye.

Sîhan wiha domand: “Bi saya şehîdan em îro Newrozê li Minbicê pîroz dikin, piştî ku ji zulm û terorê rizgar bû. Bi giyanê Newrozê û hemû ciwanan em dê Newroza 2023`yan bi yekitiya pêkhateyên bajêr û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz bikin. Em dê Newroza 2023`yan bikin Newroza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bi hevgirtina xwe dê axa dagirkirî rizgar bikin û terorê tune bikin.”

Di dawiya çalakiyê de beşdaran xelekên govendê li ber stranan gerandin.

(şx)

ANHA